YPG’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di 16’ê Sibata 2018’an de li Dêra Zorê şehîd bûbûn, ragihand. YPG’ê sersaxî ji gelê Kurd û malbatên şehîdan re xwest.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

“Pêngava Bagera Cizîrê a Rizgarkirina Dêra Zorê bi dijwarî dewam dike. Bi pêşengtiya Hêzên QSD, YPG û YPJ li ser çeteyên DAIŞ’ê operasyonên paqijkirinê tên lidarxistin. Di çarçoveya pêngavê de roja 16’ê Sibatê di operasyonên hatin lidarxistin de 10 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya Rizgarkirina Dêra Zorê re bi sedan ciwanên Dêra Zorê berê xwe dan nav refên YPG’ê, da ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê ku cih û warên wan dagirkiribûn, şer bikin. Ev deh rêhevalên me li ser van armancan û jiyaneke hevbeş ya navbera gelan were avakirin tevlî berxwedana Dêra Zorê bûn. Deh rêhevalên me jî ji roja destpêkê he7a roja şehadetê di jiyanê de bi fedekarî û di şer de bi wêrekî tevgeriyane.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta deh şehîdên me yên Dêra Zorê tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên berxwedêr re dixwazin. Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û xeyal û armancên wan da ku pêkbînin soza bilindkirina tekoşînê nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

***

Nasnav: Ciwan

Nav û Paşnav: Îbrahîm Ebid

Navê Dayikê: Efra

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor / 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Dilsin

Nav û Paşnav: Muhened El Yewî

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Zahîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Murad

Nav û Paşnav: Hesen El Ehmed

Navê Dayikê: Bedra

Navê Bav: Yasîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Nimir

Nav û Paşnav: Ebdilmecîd El Ehmed

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Omer

Nav û Paşnav: Mihemed Emîn Hemîd

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Sefah

Nav û Paşnav: Haris El Casim

Navê Dayikê: Qasiye

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Sîpan

Nav û Paşnav: Yasir El Ewad

Navê Dayikê: Feyda

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Şahîn

Nav û Paşnav: Cuma El Esker

Navê Dayikê: Semra

Navê Bav: Casim

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Welat

Nav û Paşnav: Besem El Siltan

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Ebdulla

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018

***

Nasnav: Zîn Firatî

Nav û Paşnav: Kemal Xalid

Navê Dayikê: Xûd

Navê Bav: Fethî

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Dema Şehadetê: Dêra Zor/ 16 Sibat 2018