Welatiyê Efrînê ku ji komkujiya Cilbirê sax filîtî axivî
Dewleta Tirk 21’ê Çile li gundê Cilbirê li hewşiya mirîşan dan. Xalid Rehmano ku ji komkujiyê filîtî got zarokê biçûk ê malbateke Minbicî hembêz kiriye û ew zarok di hembêza wî de miriye.
Dewleta Tirk 21’ê Çile li gundê Cilbirê li hewşiya mirîşan dan. Xalid Rehmano ku ji komkujiyê filîtî got zarokê biçûk ê malbateke Minbicî hembêz kiriye û ew zarok di hembêza wî de miriye.
Dewleta Tirk bi bermahiyên El Qaîde, El Nûsra û DAÎŞ’ê ku ji çar hêlên cihanê dane hev di roja duyan a hewldana dagirkirinê ya bi ser Efrînê de li gundê Cilbirê yê Efrînê komkojî kiribû. Artêşa Tirk u hewşiya mirîşkan a gund bi balafiran kiribû hedef ji heman malbatê 8 kes û ji malbateke dî 4 kes û 1 ji malbateke dî 13 kes kuştibiûn. Malbata 8 kesî ya ku hatibû kuştin ji şerê Idlibê reviyabûn, xwe li Efrînê girtibûn, bi xebata li hewşiya mirîşan debara xwe dikirin.
Xalid Rehmano, xwediye hewşiya mirîşkan ku ji komkujiyê sax filîtî got di êrîşên dewleta Tirk de kurê wî, du birayê wî û biraziyekî wî hatine kuştin û dema êrîşê zarokekî Minbicî hembez kiriye lê zarok di hembêza wî de miriye.
‘JI MALBATA MIN 4 KES HATIN KUŞTIN’
Rehmano got di komkujiyê de li gel birayên wî malbatên Idlibî jî dixebitîn û got, ‘’Di êrîşê de birayên min Qedûr Rehmano û Ehmed Rehmano, biraziyê min ê 14 salî Ehmed Rehmano hatin kuştin. Ji malbata min 4 kes şehîd bûn. Birayê min yek jê xwedî 7 zarokan û yê jî xwedî 3 zarokan bû. Em mirovên sivîl in, em tenê karê xwe dkn. Li cem min 5 malbatên koçber hebûn. Ew jî li pey nanê xwe bûn.’’
‘ZAROK Û DAYIKÊN KU DIXWESTIN BIREVIN KUŞTIN’
Rehmano got di êrîşê de, ya bi balafirên şer ji malbateke Idlibê 8 kes şehîd bûne û got: ‘’Çawa ku êrîş anîn dayik û zarokan xwe li aslaftan xist. Piştî ku 700-800 metroyî çûn balafiran ew bombe kirin û ew kuştin. Hindik mabû ku bigihin rê. Li wir piranî jê zarok 8 kes şehîd bûn.’’
‘ZAROKÊ BIÇÛK DI HEMBÊZA MIN DE MIR’
Rehmano got dema êrîşê zarokekî 7-8 salî yê ji malbateke Minbicî hebû, dtirsiya û wî ew zarok hembêz kiriye da ku xilas bike. Rehmano: ‘’Jixwe piştî wê bi bîra min naye. Min çavê xwe li nexweşxaneyê vekir. Piştre gotine min ew zarokê di hembêza min de miriye.’’
‘EM MIROVÊN SIVÎL BÛN’
Rehmano got li hewşiya mirîşkan 60 hezar mirîş hebûn û got: ‘’Ew malbat li pey nanê xwe bûn. Em jî wiha. Yek ji me ne leşker bû. Em mirovên sivîl bûn. Bi vê dizanîbûn. Lê dewleta Tirk bi balafiran li me xist. Hewşiya min hilweşandin. Jixwe nêzî sînor bû. Wan dizanîbûn ku ew der hewşî ye. Ka bînin ber çavê xwe, dayik zarokên xwe direvînin û baz didin. Diyar e ku jin e, zarok li cem wan in lê dîsa jî balafiran li wan xist û ew kuştin.’’