Heyfa ji bîr neke û zeytê li birînên Barînê bide!
We sêvên Basûtê bihistine? Na, bawer nakim, şimikên Heyfa di nav xwînê de mane li kuçeyan.. Binere, navê te li ser ajansan e Heyfa!
We sêvên Basûtê bihistine? Na, bawer nakim, şimikên Heyfa di nav xwînê de mane li kuçeyan.. Binere, navê te li ser ajansan e Heyfa!
"..Hûn nizanin hijêkirina sihekê çiye..Şeva ku mirî, min şopên li ser şimika wê mayî miz dan." –Dîdem Madak
Her kes bi sêva wê dizane, çavbehîvî ne zarokên Basûtê. Çavên Heyfa jî behîvî ne..Heyfa ya çavbehivî 13 salî ye. Te pir ji pîjamayên bi xetên xemrî hez dikir Heyfa..
Destê xwe li zarokan ranekin, ew tenê bi lîstikê dizanin..We qet bihistiye ku zarokên Kurdan jî bi lîstikê dilîzin? Na, bawer nakim.
Pîjamayên bi xetên xemrî yên Heyfa li ser e; li ser darbestekê ew dirêj kirine, dive niha li nexweşxaneyê be..
Heyfa dixwazim bi dengekî bilind bibêjim, ‘hûn nikarin li nexweşxanê bilîzin’. Şer ne lîstik e Heyfa! Lê çavên te hê 13 salî ne..
We sêvên Basûtê bihistine? Na, bawer nakim, şimikên Heyfa ên ku di nav xwînê de mane li kuçeyê ne..Binere, navê te li ser ajansan e Heyfa!
‘’Di encama êrîşa topan de ya bi ser gundê Basûtê ya navçeya Şerawa a Efrînê de keçika 13 salî ya bi navê Heyfa Mihemed Kelho hate kuştin.’’
‘Heft zarok jî birîndar bûn’. Tu û hevalên xwe..’’Diyar bû, dema ku zarok dilîstin artêşa Tirk ew ji xwe re kirin hedef.’’ Sêv û zeytûn ango tu û hevalên xwe.
Heyfa!
Ê wan xwedan giyanên kêm in ku ji riha wan çêdibin. Li ser wan kincên kurt î reş hene, ji dêva wan bêhna mirinê difûre.
Heyfa, şer ne lîstik e! Lê hê jî çavên te 13 salî ne..Netirse, netirse! Bila Barînê were bîra te..Her sibeh, ew zeytûnên ku li ser sifriyê têne danîn çawa bi bîra mirov werin, wiha bila bi bîra te were..
We zanîbû ku Heyfa qet bi ‘lîstikên we yên bi xwînê’ nizanîbû? Na, ez bawer nakim. Binerin, pîjamayên wê yên bi xetên xemrî di nav tozê de mane, piyê wê yê xwas bi bêhna sêvê ye.
Diya te niha pir dûr e? Netirse Heyfa, netirse! Bila Barînê bi bîra te were..Dayika Barînê jî pir li dûr e.
Heyfa, daxwaziyeke me wê ji te hebe. Ji bîr neke û zeytê li birînên Barînê bike!
Barîn wê dîsa kenê hînî çavên te yên behîvî bike.
Ji bîr neke!
*Heyfa Mihemed Kelho, li gundê Basûtê yê navçeya Şerawa a Efrînê dema ku bi 7 hevalên xwe re dilîst, 19’ê Sibata 2018’an bû hedefa topên dewleta Tirk. Di encama bombekirinê de Heyfa hate kutin û hevalên wê birîndar bûn. Li cihê ku Heyfa û hevalên wê hatin bombekirin li pey wan tenê şimik man…