Ji ber bomberdûmana duh ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bi hezaran sivîlên hatin bajarê Efrînê kirin, sivîlek şehîd bû, 12 sivîl jî birîndar bûn.
'ZAROK Û EXTIYARN HEBÛN'
Sivîlên ku ji komkujiyê bi saxî filitîn qala êrîşê kirin. Xalet Hisên ê ji Hesekê hat, qala kêliya êrîşê kir: "Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê em ji navçeya Holê ya ser bi Hesekê bi rê ketin. Bi sedan wesayît hebûn, em hemû sivîl bûn. Berê jî em hatibûn û çûbûn. Di rê de, li gelek cihên Bakurê Sûriyeyê, jin, zarok û extiyar jî tevlî karwanê me bûn. Bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ya ji Helebê bi rê ket, me berê xwe da Efrînê. Hingî balafirên keşfê û topxaneyan bombe li me barandin. Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin hewl dan. bi saetan bomberdûman li me hate kirin. Herî dawî gundî hatin rê nîşanî me dan û em rizgar kirin. Gelek mirov birîndar bûn."

'LI WESAYITA ME XISTIN, ME XWE BI ZORÊ RIZGAR KIR'
Xelîl Hemo yê 50 salî yê ji Kobanê hat got, "Em jî ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê hatin. Em bi sedan kes bûn. Jin, zarok, extiyar bûn. Top avêtin me û yek jê li ber wesayita me ket. Me xwe bi zorê rizgar kir. Em çûn binê darekê, li wir gelek kes birîndar bûbûn. Gundî hatin û em birin."

'EM LI VIR IN, EM NATIRSIN'
Emûr Eloş got, "Çeteyên Erdogan êrîşî sivîlan kirin" û wiha dewam kir: "Ez 65 salî me, ji Kobanê tevlî konvoyê bûm. Koma me gelekî mezin bû. Mirovên ji her temenî ji Hesekê, Qamişlo, ji gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê tevlî bûn.

Li pêşiya bajarê Efrînê, çeteyên Erdogan bombe li me barandin. Bi balafiran bombe li sivîlan barandin. Me şehîd da, gelek mirovên me birîndar bûn. Gelê Efrînê em rizgar kir û anî vî gundî. Her roj bombe li ser mirovên li vê derê dibarin. Çi bi wan dibe bila bi me jî bibe. Em natirsin, berxwedana li Efrînê wê bi ser bikeve. Em bi vê bawerim."