Di Berxwedana Serdemê de eniya paş: Komun

Di Berxwedana Serdemê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk de li Efrînê eniyeke paş heye; Komun. Ev komun ku şaneya damezirîner a şoreşê ne niha jî weke motorê berxwedanê, berxwedana civakî û hevgirtinê dihone.

Berxwedana Serdemê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra kete roja 36’an. Mezintirîn artêşa duyan a NATO’yê û çeteyên wê ku ji çar hêlên cîhanê dane hev û bi çekên teknîka pêşketî, bi balafir û tang û topan hewl dide Efrînê dagir bike nikare berxwedaniya şervanan û gel bişkîne.

Şervanên YPG-YPJ’ê  ji destpêka şoreşa Rojava ve li gelek eniyan dilêriya xwe çespandibû. Di berxwedana Efrînê de li gel şervanan, hêza rêxistinî ya civakê û hevgirtina wê dertê pêş. Li gel şerê bi balafir û çekên giran ku ev 36 in didome jî, li pişt wê ku gel Efrînê bernade û bi giyanê hevgirtinê tevdigerin faktorek jê jî pergala komunê ye.

Li navenda Efrînê û gundên ku 54 komun girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) û Kongreya Starê hene. Ev komun di serî de di qadên tenduristî, xweparastin, perwerdehî, dadmendî, qadên sosyal û çandî di gelek qadan de xebatê dikin. Komun ku rêxistina ji zemînê ve dide ber xwe xwedî gelek komîteyan e. Komun meclîsa taxê, meclîsên taxê meclîsa navçeyê, meclîsên navçeyan jî meclîsa bajêr pêk tînin.

Efrînî ku projeya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin bi pergala komunê peşî di qada rêxistiniya civakî de û di dema şer de jî bû yek ji mewziya herî girîng a berxwedanê. Li Efrînê ku tevahiya kantonê bi rengê komîte, komun û meclîsan rêxistinî dibin, xwediyên vê pegalê xebatên xwe ji ANF’ê re gotin.

HER KOMUN BI KÊMANÎ JI 8 KOMÎTEYAN PÊK TÊ

Hevserokê Komuna Şehîd Serxwebûn Elî Misto ku ji 25 komunên taxa Eşrefiyê ya Efrînê yek jê ye dibêje beriya şer di qada sosyal, çandî, xweparasti, perwerde û rêxistniyê de gelek komîteyên wan hebûn û wiha didome: ‘’Di bin her komunê de bi kêmanî 8 komîte hene. Ev komîte weke ku me gotî di qada perwerde, xweparastin, çand, civakî, dadmendî û hwd. de xebatan dikin. Niha jî komîteyên me bi rengekî çalak hewl didn ku li ser xeta sînor pêdiviyên gel dabîn bike. Ewlehiya bajêr dîsa komîteyên  me pêk tînin.’’

 ‘PÊDIVIYÊN ME KOMUN DABÎN DIKIN’

Selma Cûlan piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser gundên Racoyê de neçar mayî koç bikin dibêje ji dema ku ew hatine hemû pêdiviyên wan komun dabîn dikin û wiha dibêje: ‘’Pêdiviyên me komun dabîn dikin. Em daxwaza xwe ji komunan re dibêjin, ew jî dabîn dikin.’’

HEMÛ XEBATAN BI HEVGIRTINA GEL BI RÊ VE DIBIN

Hevseroka Komuna Şehîd Mazlûm, Heval Ehmed jî dibêje bi destpêkirina şer ew hewl didin ji pêdiviyên gel re bibin bersiv û dibêje: ‘’Komunên me jixwe ji bo gel hene. Ev sazî ji hêla gel ve hatine avakirin. Bi destpêkirina êrîşan re ji gundên sînor gelek malbat hatin. Em pêdiviyên wan hewl didin dabîn bikin. Em vê jî bi desteka gel dikin.’’

 ‘ARÎŞEYÊN KU EM NIKARIN ÇARESER BIKIN EM DEWRÎ MECLÎSÊ DIKIN’

Hevseroka Komuna Şehîd Rahîme Arîfe Mistefa Cebo jî dibêje beriya bi 4 mehan wan komuna xwe ava kirin, gelek xebat kirine û wiha dibêje, ‘’Xebatên me ne tênE xweparsatin e. Mînak em mudahleyî hemû arîşeyên civakî dikin. Arîşeyên ku em heq jê derdikevin çareser dikin, dema ku em nikaribin dewrî meclîsan dikin.’’

LI EFRÎNÊ PERGALA KOMUNÊ

Hevserokê Meclîsa Gel a taxa Eşrefiyê, Şêx Elî Xemisî ku bi eslê xwe Ereb e dibêje li taxa Eşrefiyê 25 komun hene û li ser komunan van agahiyan dide: ‘’21 komun li nav taxê ne û 4 jê li gundên bi ser taxê ve ne. Li navenda Efrînê 54 komun hene. Li derveyî vê li her navçe û gundên wê komun hene. Hemû komun girêdayî TEV-DEM’ê û Kongreya Starê ne. Pergala me bi rengekî demokratîk dixebite. Ji aboriyê heta bi xweparastinê, perwerde û pirsgirêkên sosyal, şaredariyê gelek xebatan dikin.’’