‘Efrîn welatê şehîd û şoreşgeran e’

Evdî Baskî yê Efrînê ku merasîma cenazeyên şervanên şehîd ên Şoreşa Rojava organîze dike dibêje, ‘’Efrîn diyarê şehîd û şoreşgeran e. Dewleta Tirk ti caran wê nikaribe vîna Efrîniyan bişkîne ku ji bo rûmeta xwe şer dikin.’’

Evdî Baskî  welatparêzek e,  temenê xwe daye şehîdan û şoreşê. Li Efrînê her kes dengê Evdî nas dike û dema ku dengê wî ji anonsê tê her kes guh didiyê. Em ji malbateke li çîroka Evdî guhdar dikin, ku dema guh didane dengê Evdî û me xwe gihande wî. Bi wesayitekê kuçe bi kuçe digere û ji bo merasîma şehîdan agahiyê dide gel û şehîdên şoreşê ji bo ku bi rengekî bêhempa werin veşartin merasîman organîze dike. Ne tenê vê dike lê her wiha anonsa hemû çalakiyan dike, bi dirûşmeyên xwe coşiyê dide Efrîniyan. Hê ji zaroktiya xwe 1998’an bi rêya xebatên çand û hunerê yên li Rojava Tevgera Azadiya Kurd û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike.

 ‘ŞEHÎD ÇEKDAR GELEKÎ BANDOR LI MIN KIR’

Evdî Baskî hem ji nêzîkatiya Ocalan a li bara şehîdan û hem jî ji şehîdên pêşî yê Şoreşa Rojava yê Efrînê Şehîd Çekdar pir bibandor dibe û ji destpêka şoreşê ve dibêje ew î merasîma cenazeyên şehîdên Efrînê organîze kiriye. Evdî Baskî li ser şehîd Çekdar wiha dibêje: ‘’Di pêvajoya şoreşa Rojava de şehîdê pêşî yê Efrînê şehîd Çekdar bû û di cenazeyê wî de 100 hezar mirov hatinbin ser hev. Şehîd Çekdar pir bandor li me kiribû. Wê demê li nav bajêr bi cîhazan ji bo merasîma şehîdan û çalakiyan min bang dikir û agahî dida. Wê demê derfet pir kêm bûn. Me bi hevgirtinê cîhazek ji yekî standi, bwiha bi jenerator bi rengekî kolektîf ji bo hemû merasîmên şehîdên Efrînê û çalakiyan me agahdarî dikir. Heta niha min van xebata didomînim.’’

‘DI BIN ÊRÎŞAN DE EM KARÊ XWE DIKIN’

Baskî dibêje bi destpêkkirina êrîşên dagirker ên li ser Efrînê ji bo veşartina şehîdan bi deh hezaran kes li hev dicivin û dibêje: ‘’Dewleta Tirk niha bi balafir, tang û çekên giran, bi hemû teknîka di dest de êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Lê em li Efrînê ne û kar û barê xwe dikin. Em xebatên çand û hunerê jî dikin. Beriya şoreşê dema ku me dixwest Newrozê pîroz bikin, şahiyekê bikin rejîmê nedihişt. Lê gel dîsa jî li şehîdan xwedî derketin û merasîmên xwe dikir. Briya şoreşê li Mabetê şehîdekî me hebû, xwestin ku merasîma asteng  bikin lê me du çiya  li pey xwe hiştin û dîsa em çûnê. Niha jî, li gel hemû êrîşan em şehîdên xwe radikin. Em ê carake dî nehêlin ku çi hêz Efrînê rajêrî xwe bike.’’

 ‘DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE VÎNA EFRÎNÊ BIŞIKÎNE’

Evdî Baskî dibêje gelê Efrînê bi ramanên Ocalan û bi dilsoziya bi şehîdan ti caran wê rê nede ku dagirker derbas bibin û got, ‘’Hemû şehîdên me li ser me xwedî kedekê ne û bîranînên wan hene. Dema ku hevalek bi bîra me tê em kelecanî dibin. Heta niha em li ser rêya şehîdan dimeşin. Heta dilopeke xwîna me heye em ê li ber xwe bidin. Jixwe ji niha ve Efrîn bi ser ketiye. Hevalên me li ber xwe didin û rê nadin dagirkeran. Gelê me yê ku bi ramanên Rêber Apo xwe nas kirî, dema ku em dibêjin ‘çalakî û merasîma şehîdan bi deh hezaran, bi sed hezaran derdikevin kolanan. Gelê me bi komunan rêxistiniya xwe kiriye, perwerdebûyî ye. Bi vîn û coş û bawermend e. Dewleta Tirk ti caran wê nikaribe vîna Efrîniyan bişkîne. Kesek nikare li ser Efrînê biryarê bide.’’

 ‘HEMÛ GEL BI HEV RE LI BER XWE DIDIN’

Baskî dibêje gelê Efrînê ku bi felsefeya Ocalan ronak bûyî di nav têkoşînê de maye û dibêje, ‘’Îro          QSD, YPG, YPJ, Asayîş ,HAT, YAT, Ceyş El Siwar û HPC Efrînê diparêzin. Ev hêzên me ne. Ji vê jî fêhm dibe ku Efrînê biratiya gelan ava kiriye. Hemû bi hev re dijîn. Bi hev re li ber xwe didin, bi hev re diçine çalakiyan û em şehîdên xwe pêşwazî dikin. Ango ne tenê Kurd, hemû mirovên çewisandî bi ramanên Rêber Apo bi hev re dijîn, bi hev re em li ber xwe didin. Moralê me pir baş e. Baştir dibe. Hevalên me li mewziyan nahêlin ku dagirker bi pêş ve biçin. Me û hêzên me yên parastinê got, ‘serfirazî’. Efrîn wê rê nede dagirkeran. Efrînê em ti caran bernadin. Ji ber ku Efrîn mekanê şehîdan e, welatê zeytûn û bav û kalê me ye.’’

 ‘EM HEMÛ YPG’YÎ NE’

Baskî herî dawî dibêje ji bo ku rûmeta gelê Efrînê were parastin berxwedan heye û wiha didomîne: ‘’Efrîn ne ya dagirkeran lê ya me ye. Gelê Efrînê xwediyê jiyana xwe ye. Her kes nikare li ser Efrînê biaxive. Efrîn îro xwediyê bi hezaran şehîdî ye. Efrîn li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava şehîd dane. Erdogan gelê Efrînê şaş nas kiriye. Hijmara YPG’ê li gorî ya niha kêm e. Lê îro li hemû kuçeyan, hemû gelê Efrînê YPG’yî ye. Hemû gelê me ji bo ku rûmeta xwe biparêze rahişte çekê û beriya êrîşa dagirker rêxistiniya xwe kir. Efrîn beriya niha jî dema ku dewleta Tirk ziyan dabû darên me yên zeytûnan bi rengekî mezin û girseyî bêtir çûbû ser sînor û li dîjî dagirkeran rawestiyabû. Niha jî ji bo rûmet û jiyana xwe bi dilêrî li dijî dagirkeran li ber xwe dide.’’