Gelê Qamişlo êrîşa li ser sivîlan protesto kirin
Gelê Qamişlo, êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser konvoya sivîlan protesto kir. Berxwedana Serdemê hate silavkirin.
Gelê Qamişlo, êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser konvoya sivîlan protesto kir. Berxwedana Serdemê hate silavkirin.
Li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi sedan welatiyên Qamişlo îro di saet 12’ê nîvro de li pêşiya Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo kom bûn û daxuyanî dan. Piştre girseya gel heta çerxerêya Osman Sebrî meşiyan.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa bajarê Qamişlo Feyrûşah Remedan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşa duh di saetên şevê de li dijî gelên Cizîrê, Firatê, Reqa û Minbicê yên ku ji bo piştgiriya Efrînê çêbuyî de, şermezar kir û ev bang li rêxıstinên UNESCO û Neteweyên Yekbûyî kir û got : “Ev bêdengî tê wateya hevkariya komkujiya li Efrînê. Bila Cîhan bizanibe em ê li Efrînê Destana Berxwedanê binşivîsin.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin: ”Bila Erdoganê kujer û çeteyên wê baş bizanibin ku em ê pêngav paşde navêjin û di rojên pêş de em ê bi karwanek girseyî dîsa berê xwe bidin qada berxwedanê ya Efrînê.″
Piştre jî gel bi dirûşmeyan ber bi Çerxerêya Osman Sebrî ve meşiyan.