Derwîş: Em amade ne ax û gelê xwe ji êrîşan biparêzin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bal kişand ser zêdebûna gefên Tirkiyeyê yên li Minbicê dixwin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew amade ne gel û axa xwe biparêzin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bal kişand ser zêdebûna gefên Tirkiyeyê yên li Minbicê dixwin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew amade ne gel û axa xwe biparêzin.
Piştî têkçûna DAÎŞ'ê li Reqayê, hêviya aramî û xweşî li gelê Sûriyeyê vegeriya. Lê belê hikumeta Erdogan xwe li têkoşîna DAÎŞ'ê ranegirt û bi xwe dest avêt Sûriyeyê. Zêdeyî mehek e artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rengekî qirêj êrîşî sivîlên li Efrînê dikin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan her ku behsa Efrînê dike qala Minbicê jî dike. Me jî li bajarê Minbicê bi Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş re hevdîtin kir.
Şervan Derwîş anî ziman ku gefên Erdogan li wan dixwe gefên nû nîne û bi bîr xist ku her caran Erdogan dest bi axaftinê dike gefekê li Minbicê jî dixwe.
Derwîş got, "Piştî ku Minbic ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, ev sal û nîvek e ku Erdogan gefê li bajarê me dixwe. Lê piştî binketina DAÎŞ'ê û destpêkirina êrîşên li ser Efrînê ev gef zêde bûn. Ji ber van gefan me hêzên xwe yên li ser sînor zêde kir û em amade ne bersivê bidin her şêwe êrîşan."
Li ser serdana rayedarên payebilind ên hêzên hevpeymana koalîsyona navneteweyî li Minbicê Derwîş got, "Gefên Tirkiyeyê zêde bûn. Me jî tensîq û hevdîtinên xwe yên bi hê hevpeymanî re zêde kir. Her carê em bi hev re têkiliyê datînin. Ji xwe me soz daye gelê xwe yê Minbicê ku em ji bo parastina axa xwe amade ne."
Tevî ku bajar 2 salan ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû wêrankirin jî, Minbic piştî ku hate rizgarkirin ji aliyê aborî, aramî û xizmetê ve gelekî zindî bûye.