Dewleta Tirk li gundekî Efrînê dar û baxçe şewitand

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê li gundê Sorxankê ya Şêrawaya Efrînê di nava mehekê de 41 donim erd û bi hezaran dar şewitand.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji xeynî qetlîam, înfaz, êşkence, tecawiz, xesp û talankirinê xwezayê jî qetil dike. Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk û çeteyên Furqet El Hemzemat di serî de, çeteyên girêdayî Enqereyê di nav mehekê de li gundê Sorxankê 41 donim erd û 4 hezar û 970 darên zeytûn, hejîr û behîvan şewitand.

Gundiyan diyar kirin ku dagirkerên li gundê Kîmarê wan dikin hedef û ji ber zextan malbat 20 roj in mexdûr in.

Gundiyê bi navê Zekeriya Mecîd Mihemed got ku, “Çeteyan agir bera zeviya min dan û reviyan. Ji ber ku çeteyan ez kirim hedef, me nekarî agir bitefînin.”

Mexdûreke din Ayşe Mele jî got ku, “Em ê debara xwe bi çi bikin? Me rizqê xwe ji erdan bi dest dixist. Piştî ku çeteyan erdê me şewitand, em nizanin em ê debara xwe çawa bikin.”

Ciwanê bi navê Cûma Ebdo Berekat jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê da û got, “Çeteyan erdê me şewitandin. Li dijî gelê Efrînê tiştên dermirovahiyê tê kirin û hemû cîhan li hemberî vî tiştî bêdeng e.”

Hevserokê Komuna gundê Sorxankê Remzî Mihemed jî got ku, “Ji bo ku em karibin alî gundiyan bikin, komuna me nikare tiştekî bike. Ji ber ku derfetên me kêm in. Gundî nikarin zikê xwe têr bikin.”