Li Kobanê yekemîn mala bêkesan vedibe

Bi pêşengiya Weqfeya Jina Azad a Rojava li Kobanê mala bêkes û sêwiyan tê vekirin. Armanca malê ew e ku xwedî li zarokên malbatên xwe di şer de winda kirî derkeve.

Bi însiyatîfa Weqfa Jina Azad a Herêma Cizîrê û bi koordîneya Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê û bi sponseriya rêxistinên derve, amadekariyên vekirina Mala Sêwiyan li Kobanê bi dawî bûn.

Di nav Şoreşa Rojava û şerên ku gelê herêmê li dijî terorê dane de, gelek zarok sêwî man. Bi taybetî jî li bajarê Kobanê ev hejmar zêde ye. Bajarê Kobanê li rastî gelek êrîşên çeteyan hat û gelê herêmê bi berxwedaneke mezin li hemberî van êrîşan sekinî. Çeteyan xwestin komkujiyan pêk bînin û di van êrîşan de gelek malbat hatin qetilkirin û gelek zarok jî sêwî û bêkes man.

Ji bo avakirina pêşerojeke ronî ji bo wan zarokên sêwî, Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê, peydakirina cihên bi ewle û bi wan re pêwendî bikin, malek vekir. Weqfa jinan di sala 2015'an de dest bi projeya avakirina Mala Sêwiyan kir. Niha xebatên avakirinê bi dawî bûn.

Zarok dewreyên perwerdeyên çandî, zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî wê fêr bibin û her wiha zarok wê fêrî bikaranîna komputer, huner û werzîşê jî bibin.

Mala Sêwiyan ji 2 avahiyan pêk tê. Avahiya yekem ji 3 qatan pêk tê. Zarok tê de perwerdeyên xwe dibînin. Avahiya duyem, zarok tê de dijîn. Her du avahî tevî baxçeyekê û cihê lîstokan, ji 21 jûran pêk tên.

Mala Sêwiyan wê di meha Tebaxê de 50 zarokên Kobanê bihewîne bike. Ji bo zarokan tevî mamosteyan, 18 jin hatine peywirdarikirin. Li gorî rayedarên malê, tê payîn ku Mala Sêwiyan a bi navê Keskesora Alan di demeke nêz de dê were vekirin.