Cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê El-Mihemed spartin axê

Bi tevlîbûna dehan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemîd El-Mihemed ê di Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Bi dehan welatiyên Hesekê piştî ku cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemîd El-Mihemed ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji Saziya Malbata Şehîdan wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehîd, şehîdên azadî û gelan e. Ebdullah anî ziman ku bi saya xwîna şehîdan aramî li herêmê pêk hat.

Piştî axaftinê û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd El-Mihemed bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.