Muslim: Em dixwazin sîstema demokratîk li Sûriyeyê bi cih bikin

Salih Muslim li ser hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê veger li sîstema berê ya dîkatorî nebe. Muslim got, "Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin."

Heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) roja 26'ê Tîrmehê çû Şamê û yekemcar bi rayedarên hikumeta Sûriyeyê re hevdîtineke fermî pêk anî. Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê Salih Muslim hevdîtina heyeta MSD'ê ya bi hikumeta Sûriyeyê re nirxand. Muslim bersiv da pirsên me yên li ser rizgarikirna Efrîn û Îblibê û paşeroja Sûriyeyê.

EGER REWŞEKE ERÊNÎ PÊK WERE, HIN GAVÊN DIN DIKARIN BÊN AVÊTIN

Muslim diyar kir ku hevdîtin bi daxwaz û vexwendina fermî pêk hat û got, "Heyetek ji Bakurê Sûriyeyê çû. Ji bo komîteyeke amadekar ya jî fêhmkirina nêzîkatiya rejîmê, ku cidî ye yan na, heyet çû Şamê. Lê em naveroka hevdîtinê baş nizanin. Hevalên çûn hevdîtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û li hev hatiye kirin ku komîte werin avakirin. Eger rewş bi vî rengî be hingî baş e, gaveke baş e."

Muslim da xuyakirin ku ji gelek kesan heye ku mesele wê bi hevdîtinekê çareser bibe û wiha dewam kir: "Hevdîtin cûda ye, diyalog cûda ye, danûstandin cûda ye. Prosedur, rê û rêbazên her kesî cûda ye. Her ke xwedû rêbazekê ye. Ya ku niha tê kirin pêşhevdîtin e. Yanî ji bo her du aliyan tê wateya hewldana ji bo fêhmkirina niyeta baş û afirandina baweriya bi hev. Eger di vê mijarê de rewşeke erênî derkeve holê wê gavên din jî din jî dikarin bên avêtin."

EM TI CARÎ DERNEKETIN DERVEYÎ YEKPAREBÛNA SÛRIYEYÊ

Salih Muslim bi bîr xist ku rejîm ji sala 2011'an û vir ve ji bo wan dibêje 'Ev bi me re ne, Kurd bi me re ne, baş in' û got, "Lê rewş ne wiha ye. Me şoreşek pêk anî. Ji destpêkê ve şoreşa rasteqîn a Sûriyeyê şoreşa me ye. Hem ji aliyê civakî, hem jî ji aliyê ramanî û sîstemî ve em dixwazin hin guhertinan bikin. Me bi şoreşa xwe re ev yek li herêmên xwe pêk anîn. Lewma em dixwazin model an jî sîstema xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bikin."

Muslim diyar kir ku hêzên xwe bi navê 'mûxalefetê' didin naskirin nexwestin guhertinekê bikin, tenê ji bo desthilatdariyê şer kirin û bi dewamî got, "Rewş û nêzîkatiya me ne bi vî rengî ye. Em guhertina civakî û şoreşa li gelek qadan temsîl dikin. Em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Em ti carî derneketin deveyî yekparebûna Sûriyeyê. Em timî li Sûriyeyê fikirîn. Lê belê modeleke me heye ku me ava kirine. Me dît ku ev model rast e, ya herî baş e û em dixwazin belav bikin."

SÎSTEMA BERÊ YA DÎKTATORÎ ÊDÎ ÇÛ

Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM'ê anî zima ku veger li sîstema berê ya despotîk, dîktatorî nema dibe, ew sîstem êdî çû û got, "Ji sala 2011'an û vir ve sîstema ku hikumdarî di destê partiyekê de ye êdî çû. Pêwîste Sûriyeyeke nû were avakirin. Ev Sûriye wê çawa be? Em modela xwe weke mînak nîşan didin. Li aliyê din rejîma berê heye. Eger em ê li welatekî bi hev re bijîn, wê çaxê divê em li cihekî li hev bikin. Eger me xwe neparastibûna, me parastina xwe ya rewa nekiribûna, kesî guh nedida me. Eger me modela xwe ava nekiribûna, kesî em fêhm nedikir.

Niha modela me û hêzên me yên parastina rewa hene. Lewma divê her kes li me guhdarî bike. Asta guhertina Sûriyeyê û rejîmê bi vê pêvajoya me ve girêdayî ye. Em nabêjin ku em ê vê yekê di nava 24 saetan an jî salekê de bikin. Rewşeke wiha nîne. Dema ku hevdîtinan, danûstandinan dest pê kirin, bêguman wê komîteyên vê hebîn, wê nexşerêyeke xwe, demeke xwe hebe.

KÎ BI AQILANE BIFIKIRE WÊ SÎSTEMA ME BIPEJIRÎNE

Ji ber vê yekê, mebest ji lihevkirinê ne ew e ku em ê li ser hin tiştan li hev bikin, di hin mijaran de em ê tawîzan bikin. Bêguman em dixwazin a herî baş bi rengê herî baş bikin. Ji bo vê jî dem, amadekarî û derfet divê. Lê bawerim zemînekheye, em bi hev re dikarin hin tiştan bikin. Em heta niha modela xwe dipejirînin. Bawerim her kesê bi aqilane tevbigere wê modela me bipejirîne."

Salih Muslim destnîşan kir ku ew serxwebûna Sûriyeyê diparêzin, ne parçebûna wê û got, "Em dibêjin, ji destpêkê ve gelek etnîsîteyên; Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Dûrzî, Çeçen, gelek baweriyên; Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Îsmaîlî, Elewî û hwd. hene. Vaye we dît bê li Siwêdiyê çi bi serê Dûrziyan hat. Ev hemû wê çawa bi hev re bijîn, em ê bi hev re çawa bijîn? Modela me li ser vê ye. Modela berê ya netewe dewletê xwe dispart yek ziman, yek al, yek miletî. Yek yekî bû. Ev êdî nabe, êdî derbas nabe. Li Sûriyeyê kî hebe divê karibe bi ziman, çand, bawerî, reng û nasnameya xwe bijî. Bi modela xwe re em Sûriyeyeke bi vî rengî weke armancê datînin pêşiya xwe. Ev yek wê teqez pêk were."

GEL BI XWE NE BAWER BÛ, ME EV ZÎHNIYET ŞIKAND

Muslim işaret bi zîhniyeteke mayinde ya li Rojhilata Navîn kir û got, "Gel ji xwe û ji hêza xwe bawer nedikir. Çavên xwe timî li çavkanî ya jî hêzên derve bû. Me ev yek şikand. Eger em ji xwe bawer in, eger em ji gel û rêxistiniya xwe bawer in, hingî em dikarin gelek tiştan bikin. Me ev yek gelek caran ragihand. Bivê nevê niha li Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene. Rûsya, Amerîka, Îngilîstan, Îran, Erebîstana Siûdî û hwd.

Eger ev hêzên navneteweyî dixwazin li Sûriyeyê aştî û çareseriyeke siyasî pêk were, wê ji van hewldanên me re bibin alîkar. Naxwe ji bo Sûriyeyê li xêrê nafikirin. Nêrîna me ev e û ji her kesî jî li benda vê yekê ne. Têkiliya me ya bi Amerîka ya jî hêzên koalîsyona navneteweyî re li ser bingeh aşerê li dijî terorîzmê ye. Peymaneke me ya bi vî rengî heye. Me ev yek kir û bi pêş ve bir.

ÎRADEYA ME YA SIYASÎ DI DESTÊ KESÎ DE NÎNE

Li vê derê Amerîkî hene. Lê me ti carî îradeya xwe radestî kesî nekir. Îradeya me ya siyasî di destê me de ye. Me îradeya xwe ya siyasî, îradeya gel û pêkhateyên ku em wan temsîl dikin, ti carî radestî kesî nekir. Lewma eger em diçin hevdîtinekê, em vê yekê bi îradeya xwe dikin. Rûs jî, Amerîkî jî, hêzên navneteweyî yên li vê derê zanin bê em dixwazin çi bikin, xwe bigihînin ku derê.

Lê ev nayê wê wateyê ku em ê ji aliyekî destûrê bigirin. Ji xwe ew jî hurmetê nîşanî vê yekê didin. Ji destpêkê ve dibêjin, 'Hûn çawa rast dibînin wê bikin'. Yanî em destûrê ji kesî nagirin. Çi li gorî berjewendiyên gelên me ne, em wê dikin. Dubare dikim; îradeya me ya siyasî di destê kesî de nîne, di destê me de ye."
    
LI KU DERÊ RÊXISTINEKE TERORÎST HEBE, EM AMADE NE LI DIJ TÊBIKOŞIN

Li ser mijara operasyona Îdlibê ku di rojevê de ye Salih Muslim got, "Îdlib ji b me ji du aliyan ve girîng e. Me berê jî got; li kîjan devera Sûriyeyê teror hebe, rêxistineke terorîst hebe, ew der me eleqedar dike. Em ê li Sûriyeyê li dijî terorîzmê têbikoşin. Û li ser vê bingehê me bi hêzên navneteweyî, bi koalîsyonê re li hev kir. Me heta niha ev peyman bi rengekî serketî meşand.

Li ku derê rêxistineke terorîst hebe, em amade ne li dij têbikoşin. Ev têkoşîn wê bi kê re be, heta ku derê be, ev bi me, ya jî derfetên leşkerî ve girêdayî ye. Ew meseleyeke din e. Lê belê ji aliyê prensîbî ve eger rêxistineke terorîst hebe û zerarê dide gelên Sûriyeyê, hingî mafê me ye ku em li dij wê têbikoşin, ya jî wezîfeya xwe ya di vî warî de bi cih bînin."

RIZGARKIRINA ÎDLIBÊ WEZÎFEYA ME YE JÎ

Muslim da xuyakirin ku piraniya rêxisitnên li Îblibê berê li dijî wan şer kiribûn û got, "Li Serêkaniyê, li Kobanê, li Reqayê li dijî me şer kirin. Bi navê DAÎŞ'ê li dijî me şer kirin. Pişre riya xwe qusandin, unîformayê xwe guherandin û li dijî me şer kirin. Hemû li wir li hev kom bûne. Di navbera me û wan de tiştekî mîna doza xwînê heye. Divê em teqez tiştekî bikin. Ev meseleya yekemîn e.

Ya duyemîn; planên Tirkiyeyê hene. Dixwaze Efrînê, Reqayê û deverên din bike paytexta terorîzmê. Efrîn a me ye. Li wir gelê me heye. Lê belê gelek komên terorîst li Efrînê bi cih kiriye. Mînak; Ehrar-û Şam ya jî Feylaq Şam berê li Îdlibê bûn. Niha beşek ji wan birine Efrînê. Berpirsyariya me ye ku em li dijî wan têbikoşin û wan ji Efrînê derxînin. Em neçarin teqez tiştekî di vî warî de bikin. Lê ne diyar e bê em ê çawa tevlî bibin."

HEBÛNA EWQAS KOMÊN TERORÎST LI ÎDLIBÊ METIRSÎ YE LI SER ROJHILATA NAVÎN

Salih Muslim bi bîr xist ku ew niha li Efrînê li dijî wan şer dikin û wiha dewam kir: "Li Efrînê rojane li dijî komên çete şer heye û li dijî wan çalakî tên kirin. Ji bo parastina Efrînê û ji bo Îdlibê divê em teqez tiştekî bikin. Lê belê Îdlib ne tenê rejîmê û me eleqedar dike. Amerîkiyan wextekê gotibûn, 'Ev bi paraşûtê daneketine Îdlibê'. Amerîkî zanin bê kî ew anîne, bi kîjan rêyê hatine û niha kî destekê didin wan. Yên ku ew anîne wê hewl bidin wan biparêze û destekê bidin wan.

Ji ber vê yekê ne tenê meseleya Sûriyeyê ye. Têkoşîna li dijî terorîzmê karê koalîsyonê, rejîmê, yê me, Rûsya û Amerîkayê ye." Muslim destnîşan kir ku hebûna ewqas rêxistinên terorîst li Îdlibê ne tenê ji bo wan û Sûriyeyê, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê metirsî ye.

DESTÛRA BINGEHÎN BÊYÎ NÛNERÊ ME NABE

Li ser nîqaşên der barê destûra bingehîn a Sûriyeyê de jî Muslim got, "Destûreke Bingehîn a ku Nûnerên me di amadekirina wê de nîne, qebûl nabe. Li Soçiyê tiştekî wiha heye. Ji her du aliyan 50 kes hene. Ji delegasyonên mûxalefetê û rejîmê wê 50 kes biçin. Di nava 'mûxalefetê de jî wê 2 Kurd hebin. Hûn bi wan zanin; biryara di vê mijarê de di destê Stenbolê, ya jî Tirkiyeyê de ye. Lê belê zanin ku eger em nebin, nabe. Li pey hin lîstikan e. Dibêjin, 'Hin rêxistinên civakî yên sivîl dikarin li şûna we amade bin'.

Em jî bi awayekî vekirî dibêjin; eger em bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe tevlî destûra bingehîn an jî qanûnekê nebin, ew destûra bingehîn û qanûn ji bo me derbas nabe, ya jî nepêkan e ku bi cih were anîn. Ti biryara ku em bi nasnameya xwe tevlî nebe, me eleqedar nake. Ji bo ev hevdîtin rê li ber çareseriyê veke, pêwîste di mijara destûra bingehîn de hevdîtineke hevpar bê kirin. Eger em di pêvajoya danûstandinan de bi pêş ve biçin, teqez wê komîsyoneke destûra bingehîn jî hebe. Wê gelek komîsyon hebin. Qanûn, polîtîka, her mijar wê yek bi yek bên nîqaşkirin."