Muslim: Hevdîtina MSD’ê û rejîmê gaveke erênî ye

Muslim têkildarî hevdîtina heyeta MSD’ê ya li gel rejîma Sûriyeyê bibîr xist ku armanca hevdîtinê nêzîkatiyê rejîmê ya li ser pirsa Kurd a li Sûriye û dîsa rêya domandina danûstandina ne.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim, têkildarî seredana heyeta MSD’ê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku hevdîtinên li gel rêjîma Sûriye hewldanên ji bo pêk anîna danûstandinên cidî ne.

Muslim got ku beriya niha jî rêjîm car caran xwest ku danûstandinan bi rêveberiya xweser re bike, lê wê demê rêjîm îsbat kir ku ne cidî bû, ji ber ku tenê hin fermandarên nepaybilind dişandin.

Salih Muslim bibîr xist ku wan hê hevdîtinek rasterast li gel heyeta MSD’ê nekiriye, lê li gorî daxuyaniyên MSD’ê xuya dike ku serdan bi awayekî erênî derbas bûye.

‘DANÛNSTANDINA LI GEL REJÎMA SÛRIYE, GAVEKÎ ERÊNÎ YE’

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destnîşan kir ku Kurd di dîrokê de ti caran ne gihîştine giftûgoyan û got: "Hêzên navneteweyî ne hiştine ku Kurd di danûstandinên çareseriya krîza Sûrî de beşdar bibin, çi li Cinêv û çi li cihên din. Lewra ev hewla danûstandina li gel rêjîma Sûriye tiştekî erênî ye."

‘FEDEKARIYÊN MEZIN HATINE KIRIN, EM JI RÊGEZÊN XWE NAYÊN XWAR’

Muslim da xuyakirin ku gelê Kurd li Sûriyê xwe bi hemû pêkhateyên herêmê re kiriye yek û xwe rêkxistin kiriye, dikarîbûn xwe û mafên xwe biparêzin. Muslim di dewama axaftinên xwe de ev nirxandin kir: "Gelê me ji bo tinekirina terorê li herêmên, di encama fedekariyên mezin de karî rêveberiya xweser ava bike û niha jî xwe bi xwe xwe rê ve dibe. Ti demê em ji rêgezên xwe nayên xwarê.”

‘ARMANCA HEVDÎTINÊ PÎVANA HELWESTAN E’

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Salih Musilm têkildarî hevdîtina MSD’ê ya li Şamê bi rejîma Sûriyeyê re jî bibîr xist ku MSD’ê bi heyetekê berê xwe da Şamê bê ka nêzîkatî û fikrên rejîma Sûriye ya têkildarî mijara çareseriya pirsa Kurd mîna berê ye yan jî hetiye guhertin. Muslim destnîşan kir ku MSD wê mîna gelek hevdîtinên Kurd ku bi xapandinê bê encam mane, nebe û got: “Ew nayên xapandin.”

Muslim di dawiya axaftinên xwede got: “Hevdîtin û danûstandinên di navbera MSD’ê û hikûmeta Sûriyeyê de tenê di çarçoveya gotûbêjan de ye. Her wiha di navbera gotûbêj û danûstandinan de ferqekî mezin jî heye. Ev hevdîtina hatî kirin jî tenê hewldaneke ku helwestên hev fêm bikin. Heta niha lihevkirinek pêk nehatiye.”