Li Serêkaniyê şehîdên YPG’ê hatin veşartin
Bi tevlîbûna sedan kesî li Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hatin veşartin
Bi tevlîbûna sedan kesî li Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hatin veşartin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Serêkaniyê û derdorî wê cenazeyê şervanên YPG`ê Mihemed Cemîl (Dilgeş Serêkaniyê) û Mihmed Xelef (Masîro) ên ku Sibata 2018 ‘an di Pengava Bagara Cizîrê de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da Goristana Şehîdan a Serêkaniyê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn axivî û got: “Em ê bi vîna xwe ya ji pola û ruhê fedekarî destkeftiyên şehîdên xwe yên bi xwîna xwe afirandî, biparêzin. Em ê hata dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.”
Fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got divê nirxên şehîdan bê parastin û xwedî lê bê derketin.
Her wiha di merasîmê de nasnameya Gerîlaya YJA-Starê Wehbiya Hisên Elî (Madora Serêkaniyê) a di Adara 2018’an de li Şirnexê şehîd bibû jî hate eşkerekirin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Cenazeyên şervana bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyan hatin veşartin.