Çeteyan li Cindirêsê ji 30’î zêdetir welatî revandin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li Efrînê ji 30’î zêdetir welatiyên sivîl revandin, dest danîn ser mal û tiştên wan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navçeya Cindirês a Efrînê ji 30’î zêdetir welatiyên sivîl revandin, dest danîn ser malên wan, berhemên wan yên bi qedir dizîn û ji malbatan pereyan dixwazin.

Çeteyên ku avêtin ser malên li navçeya Cindirês a Efrînê ji 30’î zêdetir welatî revandin. Çavkaniyên ku têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê, serdegirtina çeteyan a li ser malan didome û tiştên bi qedir û qîmet ên welatiyan didizin.

Çavakaniyan bibîr xist ku çeteyên ku welatî revandîn ji malbatên wan fîde ye dixwazin û got: “Çete di warê dizî, talan û xwestina fîdyeyê de rêbazên nû peyda kirine. Çete wêne û dîmenên kesên revandine, ji bo malbatên wan ên li Ewropa dişînin û dibêjin; ‘Eger ku hûn ji bo me pere neşînin, wê xizmên we bên kuştin’ bi vê yekê pereyan dixwazin.”

Çavkaniyan anî ziman ku piranî kesên alîgirên ENKS’ê ne agahî didin çeteyan ku kesên ku rewşa wan a aborî baş û xwedî berhemên bi qîmetin û malbatên wan ên li Ewropa dijîn, çete jî kesên xizmên van malbatan direvînin û dest didanin ser mal û berhemên wan talan dikin.

Çavkaniyan xuya kir ku çete li Cindirêsê bi vê rêbazê welatiyan direvînin.