Li Efrînê 3 çeteyên Tirk hatin kuştin

Li Efrînê, di çalakiyên YPG/YPJ'ê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin ku yek ji wan serçete ye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên vê dawiyê yên li Efrînê agahî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hêzên wan roja 28'ê Tîrmehê li navçeya Şera ya Efrînê avêtine ser baregeheke koma çete ya bi navê Tumena Sûltan Mûrad. 

Li gorî daxuyaniyê, di şerê sîngesîng de 2 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, heman rojê li ser rêya Cindirêsê çalakiyeke sekvaniyê hatiye kirin û di encamê de serçeteyekî ji koma Feylaq Şam hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku serçeteyek jî birîndar bûye.