MSD bi awayekî fermî serdana Şamê kir

Heyetek ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li ser bexwendina hikumeta Sûriyeyê bi awayekî fermî serdana Şamê kir.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, heyeta MSD'ê li ser bingeha diyaloga navbera her du aliyan serdana Şamê kir.

Li ser mijarên ku di navbera her du aliyan de hatine nirxandin hîn agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir ku li ser vexwendina hikumeta Beşar El Esad wan 'yekemîn serdana xwe ya fermî ya li Şamê' pêk anîne.

Derar got, "Em li ser çareseriyeke ji bo Bakurê Sûriyeyê dixebitin" û destnîşan kir ku ew hêvîdar in encameke "erênî" ji hevdîtinê derkeve. Derar got, di hevdîtinan de ti pêş şert nehatine destnîşankirin.

Tê gotin ku heyet ji rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî pêk tê.