Nasnameya 3 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya  3 şervanên xwe yên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî şehadeta 3 şervanên YPG û YPJ`ê yên li navçeya Reco ya Efrînê di 7’ê Tîrmehê de şehîd bibûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da:

ʺDi çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên hêzên me berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de; di dîroka 7’ê Tîrmeha 2018’an de li navçeya Raco ya girêdayî Efrînê di navbera tîmeke me û leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de hejmareke zêde leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin lê di derheqê hejmara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama pevçûnê de hevalên me Êrîş Amed, Hîvda Harun Barav û Serhildan Mêrdîn heta guleya xwe ya dawî bi ruhekî fedayî şer kir û şehîd ketin.

Di kesayeta her sê şehîdên me de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî û bi minet bibîr tînin. Ji bo pêkanîna armanc û xeyalên şehîdên me em ê tekoşîneke bêeman bimeşînin û soza xwe careke din nû dikin.”

Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Êrîş Amed

Nav û paşnav: Vedat Erol

Navê dayikê: Sûveyla

Navê bav: Yusif

Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018

***

Nasnav: Hîvda Harun Barav

Nav û paşnav: Hatîce Kaya

Navê dayikê: Nesîme

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018

***

Nasnav: Serhildan Mêrdîn

Nav û paşnav: Mehmed Sidik Ay

Navê dayikê: Xezal

Navê bav: Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Reco /Efrîn-7’êTîrmeh 2018