Esad dike başûrê rojavayê Sûriyeyê têxe bin kontrola xwe

Hêzên hikumetê yên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê dike li başûrê rojava cihekî din jî têxe bin kontrola xwe.

Hêzên Beşar El Esad, di 19’ê Hezîranê de li başûrê rojavayê Sûriyeyê operasyoneke nû dabûn destpêkirin. Rûsyayê ji hewayê piştgirî da operasyonê û li herêmên Dera û Kuneytrayê hêzên Sûriyeyê bi pêş ve çû. Kuneytra nêzî herêma Golanê ye, ya ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.

Di destê artêşa Xalid Bîn Welîd de yên ku girêdayî çeteyên DAÎŞ’ê ne, yên ku herêma Yarmûkê di bin kontrola wan de ye, tenê sê gund di destê wan de maye.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got ku, “Di destê artêşa Xalid Bîn Welîd de tenê sê gundên biçûk mane. Ev gund yek ji sedê herêma Yarmûkê ne.”