YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî  nasnameya 7 şervanên li Efrînê di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, eşkere kir.

YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest. YPG’ê 7 şehîdên  pêngava yekemîn û duyemîn a ‘Berxwedana Serdemê’ bi rêzdarî bi bîr anî û soz da ku heta azadiya gel pêk were ew ê di rêça şehîdan de bin.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Di pêvajoya 7 salan ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xaka me şahidiya gelek berxwedaniyên dîrokî kiriye lê bi sala 2018’an re kevneşopiya berxwedanê gihiştiye asta lûtkeyê û dîrok, cara yekê berxwedaneke bi heybet dijî. Dewleta Tirk ya faşîst û dagirker di tevahiya dîrok û roja me ya îro de bi komên çeteyên girêdayî xwe yên weke El Nusra û Daîşê re zîhniyeta herî paşwerû bi rêve dibe û hêzên me di dûyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de li hember komên çeteyan, di erdnîgariya Efrînê de pêşengiya tekoşîneke bê eman didin meşandin. Di destpêka tekoşîna berxwedanê heta niha rêhevalên me li hember dagirkeran, bi rihê fedayî û azweriya azadiyê re şer kirin, bi bilindkirina berxwedanê re şehîd bûn. Bi vê tekoşîn û berxwedanê re careke din rastiya; destkeftiyên mezin bi nîşaneya fedakariyên mezin tên bi dest xistin derket holê.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Botan Cimo Qendîl

Nav û Paşnav: Cimo Ebdulah

Navê Dayikê: Qamer

Navê Bav: Ekeş

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şêrawa -Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Dilgeş Welat

Nav û Paşnav: Mihemed Ebdo

Navê Dayikê: Sultana

Navê Bav: Hemdî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Mabeta - Gundê Bedîna / 1’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Dilsoz Ronî

Nav û Paşnav: Idrîs Ereb

Navê Dayikê: Nezîre

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn - Raco / 7’ê Tîrmeha 2018’an

***

Nasnav: Husam

Nav û Paşnav: Tariq Îsa

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Îsa

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Ereb Wêran / 27’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Kemal Pîr

Nav û Paşnav: Rizgar Hec Hemo

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Raco - Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rojvan Dêrik

Nav û Paşnav: Mihemed Xelîl

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn - Bilbilê / 21’ê Sibata 2018’an

***

Nasnav: Serbilind Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Elî Kilîn

Navê Dayikê: Hemîde

Navê Bav: Arif

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Bilbilê - Gundê Elîcarê / 22’ê Sibata 2018’an