Li Cindirêsê mayîna çeteyan teqiya: Cotkarek birîndar bû
Cotkarê li navçeya Cindirês a Efrînê baxçeyê xwe dikêla, di encama teqîna mayîna çeteyên girêdayî artêşa Tirk de birîndar bû.
Cotkarê li navçeya Cindirês a Efrînê baxçeyê xwe dikêla, di encama teqîna mayîna çeteyên girêdayî artêşa Tirk de birîndar bû.
Mayîna çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku li navçeya Cindirês a Efrînê bicih kiribû, di dema derbasbûna traktora cotkar de teqiya. Hate ragihandin ku di teqînê de cotkar giran birîndar bûye, ziyaneke mezin gihiştiye traktorê.
Cotkar ji aliyê welatiyên xwe gihandin herêmê ve rakirin nexweşxaneya li Ezazê.