ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Tişrînê 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyên SMO’yê hatin rûxandin
Berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Şervanan wesayîtek zirxî ya bi tîpa BMB û wesayîteke doçka ya çeteyan rûxandin. -
Dîmenê pevçûnên li eniya Tişrînê hat weşandin
Piştî ku şervanan yekser bersiv dan êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO yên li ser Tişrînê, pevçûnên dijwar rû dan. -
PYD: Êrîşên li ser Elewiyan divê bisekinin, rîska şerekî navxweyî wê rû bide!
PYD'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Elewiyan da û got, "Divê êrîş bêne rawestandin. naxwe encamên wê ji bo tevahiya Sûriyeyiyan wê giran be û dibe ku bibe sedema rûdana şerekî navxweyî." -
QSD'ê şehadeta şervanê xwe Harûn Qamişlo ragihand
QSD'ê diyar kir ku şervanê wan Harûn Qamişlo di berxwedana li Minbicê de şehîd bûye. Her wiha avakirina yekîneyeke bi navê şehîd Harûn jî ragihand. -
Dagirkeran êrîş birin ser Tirşînê, şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO êrîş birin ser herêma Tişrînê. Şerekî giran diqewime. -
Bendava Tişrînê di bin kontrola şervanan de ye
Eşkere bû ku îdîayên dewleta Tirk a dagirker, medya wê ya şerê taybet derew e ku digotin, Bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên SMO yên dewleta Tirk de ye. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiyan weşand
Dîmenê çalakiyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate weşandin ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên SMO'yê hatin kirin. -
Li Qamişloyê 6 cangorî hatin veşartin
Şêniyên bajarê Qamişloyê 6 cangoriyên xwe li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke bi heybet veşartin. -
Bi wêneyan liv û tevgera rojane ya xelkê Kobanê
Li dijî hemû êrîş û gefên dewleta Tirk ên li ser Kobanê, gelê Kobanê bi berxwedana Qereqozaxê û Bendava Tişrînê moral digire. -
Rêveberiya Xweser li ber êrîşa li ser Elewiyên li Sûriyeyê rabû
Rêveberiya Xweser li ber êrîşa li ser Elewiyên li Sûriyeyê rabû û got, "Parastina dewlemendiya neteweyî û cihêrengiya Sûriyeyê hêmanekî girîng ê avakirina Sûriyeya nû ya xurt e." -
Hedlê Hesen: Şervanên me dîrokê dinivîsînin, em jî li pişt wan in
Hedlê Hesen diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew in xwediyê axa xwe ne û wê dagirkerî jî li hemberî wan têk here. -
Şêx El Xeznewî: Divê partiyên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî
Şêx Murşîd El Xeznewî berpirsyariya dîrokî ya gelê Kurd bi bîr xist û got, "Eger em bala xwe bidin ser tecrûbeyên dîrokî, wê bi hêsanî bê dîtin ku şoreşên bi ser neketin ji ber nakokiyan bû." -
Li Reqayê çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de li Reqayê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan. -
QSD: 14 çete hatin kuştin, 4 wesayîtên leşkerî û 2 motorsiklêt hatin îmhakirin
QSD’ê ragihand ku di êrîşên li başûrê rojhilatê Minbicê de 14 çeteyên Tirk hatine kuştin, 4 wesayîtên leşkerî û 2 motorsîklet hatine rûxandin û gelek çete jî birîndar bûne. -
Li dijî HTŞ’yê protesto; li Humusê qedexeya derketina derve
Elewiyên Sûriyeyî, piştî îdîayên êrîşa ser îbadetxaneya Elewiyan, HTŞ’ya ku Sûriye bi dest xistî protesto kirin. Li Humusê, bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin. -
Êrîşa çeteyan a li derdorê Bendava Tişrînê hat têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Bendava Tişrînê hatin têkbirin û çeteyan derbên giran xwarin. -
Li Tişrînê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Parastina Hewayî ya QSD’ê li derdora Bendava Tişrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di herdu çalakiyan de 4 çete hatin kuştin. -
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê bi obusan bendava Tişrîn û gundên derdora wê topbaran dikin. -
Şêniyên Kantona Firatê şehîd Qehreman û Omêrî oxir kirin
Şêniyên Kantona Firatên şehîd Qehreman Botan û Omêrî bi merasîmeke girseyî oxir kirin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê 3 leşkerên berê yên rejîma Sûriyeyê kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî Hûmsê 3 leşkerên berê yên rejîma Şamê kuştin. -
Li Minbicê dîmenê îmhakirina wesayita çeteyan hate weşandin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiya îmhakirina wesayita çeteyan weşand. -
Li bejahiya Minbicê 5 çete hatin kuştin, 3 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 3 wesayit jî hatin îmhakirin. -
Êrîşên dagirkeran têne şikandin
Şervanên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her êrîşeke dewleta Tirk û komên wê yên çete dişikînin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên li ser rêbendên kontrolê zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku çeteyên DAÎŞ’ê duh êrîşî rêbenda kontrolê ya li Dêrezorê kiriye, îro jî wesaîta aîdî Hêzên Têkoşîna Li Dijî Tiryakê kirine û du endamên wan birîndar bûne. -
Şêx Mûrşîd El Xeznewî: Divê em destketiyên xwe biparêzin
Şêx Mûrşîd El Xeznewî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da, banga yekîtiyê kir û got, "Divê em destketiyên xwe biparêzin. Serkeftin wê vê carê ya me be."