ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiyê weşand
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenê çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê weşand. -
Şehîd Egîd û Sîrac bi merasîmeke girseyî li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên QSD'ê Şehîd Egîd û Sîrac li Kobanê bi merasîmeke bi beşdariya bi sedan kesî hatin veşartin. -
Xelîl Hewas Hacî hate veşartin
Şervanê Hêzên Xweparastinê Xelîl Hewas Hacî li Şehîdgeha Şehîd Xebat bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Bendava Tişrînê bi dehan çete hatin kuştin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundên derdora Bendava Tişrînê li çeteyan da. Hate ragihandin ku bi dehan çete hatin kuştin û gelek maşîneyên leşkerî hatin rûxandin. -
Jinên Qamişlo û Amûdê bi meşeke girseyî xwedî li YPJ’ê derketin
Bi pêşengiya Kongra Star bi deh hezaran jinên bajarê Qamişlo û Amûdê ji bo piştgiriya şervanên YPJ’ê daketin qadan û peyama ew ê heta dawiyê xwedî li YPJ’ê derkevin dan. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Êrişa li derdora Bendava Tişrînê hate têkbirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan êrişa çeteyan a li derdora Bendava Tişrînê têk birine. -
'Divê yekrêziya Kurdan bê avakirin'
Endamên partî û tevgerên ku beşdarî civîna PYNK'ê bûne diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo avakirina Sûriyeke nû û bicihkirina mafên Kurdan yekrêziya Kurdan gelekî girîng e. -
QSD’ê şehadeta 15 şervanên xwe ragihand
QSD’ê nasnameya 15 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. -
Şehîd Cîhan û Nazim ji ber ku rastî radigihandin, bûn hedef
Şervanên YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bal kişandin ser girîngiya ragihandina rastiya li çeperên berxwedanê û gotin "Şehîd Cîhan û Şehîd Nazim ji ber ku rastî radigihandin bûn hedef." -
‘Rêveberiya Xweser hêviya me ye’
Yek ji koçberên Efrîn-Şehbayê Mûfîda Koto destnîşan kir ku bi saya Rêveberiya Xweser wan li Qamişlo xwe bi cih kirin û got: “Rêveberiya me hêviya me ye.” -
‘Çawa bi destê jinê DAÎŞ têk çû, wê dagirkerî jî têk biçe’
Jinên ciwan piştî seferberiya xwe îlan kirin diyar kirin ku çawa bi jinê DAÎŞ têk çû wê dagirkerî jî têk here. -
Federasyona Gaziyan nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdên xwe Ferhad Kobanê yê 8’ê Kanûnê li Minbicê û Cano Şedadê yê 21’ê Kanûnê li Til Berak şehîd bû, eşkere kir. -
Bendava Tişrînê bi taktîkên nû tê parastin
Ji fermandarên hêzên parastinê Viyan Soran diyar kir ku wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pûç kirin û destnîşan kir ku ji bo parastina Bendava Tişrînê wan taktîkên nû bi kar anîn. -
‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rê li ber zindîbûna şaneyên DAÎŞ’ê vedike û got: “Em ê ji bo ewlehî û aştiyê bi hemû hêza xwe bixebitin.” -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazor û Şedadê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya bakurê Dêrazor û bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê êrîşî nuqteyên kontrolê kirin. -
‘Pêwîstiya gelê Kurd bi avakirina yekrêziya Kurdî heye’
Kesayetên beşdarî civîna tevgera siyasî ya Kurdî ya li Qamişloyê bûn diyar kirin ku ew ji pêkanîna yekrêziya Kurdî re amade ne û bang li sazî û rêxistinên Kurdî kirin ku hemû alozî û nakokiyan deynin holê û yekrêziya Kurdî ava bikin. -
Dewleta Tirk a dagirker dayik û keça wê yê 12 salî qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di encama topbaranê de dayik û keça wê yê 12 salî hat qetilkirin. -
Meşa ji bo piştgiriya QSD’ê
Xelkê Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca piştgirî dayîna berxwedana QSD’ê meşiya. -
Li Hesekê û Tebqayê şehîd hatin veşartin
Şehîd Ehmed Cebare Sultan û Ebdurehman El Eswed li Hesekê, Xalid El Mihemed Hac Hemîd li Tebqayê hatin veşartin. -
‘Em ê şopdarên Nazim û Cîhan bin’
Navenda Ragihandinê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî da û got, “Em ê pênûs û kamerayên şehîd Nazim û Cîhan li erdê nehêlin.” -
Gundên Kobanê û Girê Spî hatin bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî, gundê Koperlik û derdora pira Qereqozaxê bombebaran kirin. -
Hejmara çeteyên li Tişrînê hatin kuştin gihişt 52’an
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bi tank, wesayîtên zirxî û SÎHA’yan ji du milan ve hewla êrîşê kirin, gihişt 52’an. -
QSD: Di êrîşa hewayî de 5 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî li dijî herêmê zêde kirine. Di van êrîşan de 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn. -
'Em ji bo alîkariya mirovî di rê de bûn, dewleta Tirk êrîşî me kir'
Serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî Cedûh ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû diyar kir ku ji bo xebatên alîkariyên mirovî bimeşînin derketin rê û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. -
Navê kesên di êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin eşkere bû
Hate hînbûn ku navê kesên di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser Hesekê-Til Beraqê de hatin qetilkirin Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê.