Çeteyên DAÎŞ'ê 3 leşkerên berê yên rejîma Sûriyeyê kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî Hûmsê 3 leşkerên berê yên rejîma Şamê kuştin.
Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî Hûmsê 3 leşkerên berê yên rejîma Şamê kuştin.
Li çola li rojhilatê bajarê Hûms ê Sûriyeyê, çeteyên DAÎŞ'ê 3 leşkerên berê yên rejîmê kuştin.
Piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li herêmê zêde bû. Çete êrîşî nuqteyên sivîl û leşkerî dikin.
Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji 8'ê Kanûnê û vir ve di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 101 kes hatin kuştin.