Bendava Tişrînê di bin kontrola şervanan de ye
Eşkere bû ku îdîayên dewleta Tirk a dagirker, medya wê ya şerê taybet derew e ku digotin, Bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên SMO yên dewleta Tirk de ye.
Eşkere bû ku îdîayên dewleta Tirk a dagirker, medya wê ya şerê taybet derew e ku digotin, Bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên SMO yên dewleta Tirk de ye.
Medya şerê taybet a Tirk îdîa dikir ku Bendava Tişrînê di bin kontrola çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên dewleta Tirk de ye, lê belê bi dîmenan eşkere bû ku îdîa derew e.
Dîmenên dawî yên ji bendava Tişrînê hatin, nîşan dan ku bendav bi temamî di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ay Mibnicê, QSD, YPG û YPJ'ê de ye.
Rojnamevan Dilovan Asmîn ku îro (26'ê Kanûnê) bi dema herêmî saet di 13:00 de çû bendava Tişrînê, diyar kir ku bendava Tişrînê di bin kontrla şervanan de ye.
Rojnamevan Dilovan Asmîn rewşa dawî ya li bendava Tişrînê bi vî rengî ragihand: "Îro 26'ê Kanûnê saet 13:00 e, em niha li bendava Tişrînê ne. Medya Tirk a dagirker û çeteyên dewleta Tirk propagandaya wê dikin ku bendava Tişrînê bi dest xistine. Ev rast nîne, bi temamî propagandaya şerê taybet e. Armanca wan ew e ku baweriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hêza xwe lawaz bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk diçin. Propaganda û îdîayên wan rast nîne. Bendava Tişrîn di bin kontrola hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, QSD, YPG û YPJ'ê de ye. Ji dîmenan jî hûn dibînin, ku bendav bi temamî di bin kontrola şervanan de ye. Lewma divê kes baweriyê bi propagandaya şerê taybet nîne."