ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Parastina Qereqozax û Tişrînê parastina Kobanê ye
Tişrîn û Qereqozax du nuqteyên krîtîk in ku li rojhilat û rojavayê Firatê ne. Dewleta Tirk bi kontrolkirina wan dixwaze dagirkeriya xwe ber bi rojhilatê Firatê ve bibe. Parastina Qişrîn û Qereqozaxê parastina Kobanê, Reqa, Cizîr, Dêrazor û Hesekê ye. -
Di operasyona Reqayê de 27 kes hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona asayîşê ya li bajarê Kerama yê Reqayê de 27 kes hatine binçavkirin. -
Şervanan kepçeya dagirkeran rûxandin
Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn dimenê rûxandina kepçeya çeteyên Tirk a dagirker weşand. -
MSD: Yekîtiya li dijî dewleta Tirk ferz e
MSD'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd banga yekîtiya neteweyî kir. -
Cenazeyên şervanên QSD’ê li Dêrazorê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO'yê de li kantona Dêrazorê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê silav kirin
Şêniyên kantonên Tebqa û Cizîrê berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kirin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê ku li Bendava Tişrînê di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê Hemze, Xalid û Cesar ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Şedadê hatin veşartin. -
Xelkê Çilaxa: Em bi QSD’ê re ne
Di çalakiya li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de, gel xwedî li QSD’ê derket. -
'QSD û YPJˈê rûmeta me ye'
Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê piştgiriya xwe bi şervanên YPJ`ê û QSD`ê re anî ziman û got, "QSD û YPJˈê rûmeta me ne." -
Xelkê kantona Firatê bi dirûşma 'Em hemû QSD'yî ne' meşiya
Şêniyên kantona Firatê bi rengekî girseyî li Kobanê meşiyan û nîşan dan ku ew li gel QSD'ê ne. Di meşê de hate destnîşankirin ku wê her tim li dora QSD'ê bibin xelek. -
QSD: Li derdora Bendava Tişrînê 17 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn
Li derdora Bendava Tişrînê, çeteyên dewleta Tirk ên êriş kirin, derba giran xwarin. QSD'ê ragihand ku 17 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn. -
Şêx Murşid Xeznewî: Destekê bidin QSD'ê
Şêx Murşid Xeznewî li Hesekê di civînekê de bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku bi erka parastina destketiyan rabin û piştgiriyê bidin QSD'ê. -
Dilsozê şoreşê: Şehîd Xebat Hîmo
Gerîlayê ji Rojava Xebat Hîmo ku li gelek herêmên welêt şer kir û canê xwe da têkoşîna azadiyê, mîna bi hezaran lehengên Kurdistanê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsî. -
Li dijî gundê Kobanê êrîşa bi obusan: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker gundê Eslankê yê dikeve başûrê Kobanê bi obusan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek welatî birîndar bûn. -
Ji bo şehîd Hebûn Kobanê merasîmeke bi heybet
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Hebûn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi merasîmeke biheybet spartin axê. -
Cenazeyên şehîdên Zirganê hatin veşartin
Li Til Temirê cenazeyên Lewend Erîşe û Îbrahîm Mihemed El Nasir ên di êrîşa li ser Zirganê de şehîd bûn, hatin veşartin. -
Li Tişrînê 14 çete hatin kuştin
Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêma Tişrînê de 14 çete hatin kuştin. -
Li Tişrînê şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê li dijî gundê Tişrîn û gundên din ên derdor, êrîş da destpêkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di kêliyê de bersiv dan û niha pevçûnên dijwar diqewimin. -
Fermandarê QSD’ê yê ji Humsê li Bendava Tişrînê bang li ciwanan kir
Fermandarê QSD’ê Nîdal Egîd got, “Em weke şervanên Ereb, Kurd, Suryan û tevahî neteweyên din, weke zarokên vî welatî em ê li hember dagirkeran bisekinin. Ez bang li ciwanan dikim ku ji bo parastina welatê xwe berê xwe bidin nava refên QSD'ê.” -
Li Dêrazorê di êrişên DAÎŞ'ê de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn
QSD'ê ragihand ku li bejahiya Dêrazorê di êrişên çeteyên DAÎŞ'ê de 2 şervanên wan şehîd bûne. -
QSD: Li gundewarên Minbicê 22 çete hatin kuştin
Hate ragihandin, ku li gundewarên Minbicê di bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, YPJ û YPG'ê de 22 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 25 jî birîndar bûn. -
Li gundewarê Minbicê 12 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku di navbera hêzên wan û çeteyên li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê de pevçûnên dijwar qewimîn û di encamê de 12 çete hatin kuştin û gelek alavên wan ên leşkerî hatin rûxandin. -
YPJ’ê ragihand ku Fermandar Ronahî Yekta şehîd bû
YPJ’ê daxuyand ku yek ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Yekta di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bûye û got, “Em ê bi misogerkirina jiyaneke azad û wekhev tola şehîdên xwe hilînin.” -
Berdevkê Ragihandina QSD’ê li Bendava Tişrînê axivî
Berdevkê Ragihandina QSD'ê Ferhat Şamî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a "Bendava Tişrînê bi temamî di bin kontrola SMO’yê de ye" derewand û got, "Em li vir in, em ê li vir bin."