ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê êrîşa çetayan hat têkbirin: 4 çete birîndar bûn
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û bi droneke xwekuj li wan da. Di encamê de 4 çete birîndar bûn. -
Cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin û merasîma xiyabî ya 4 şehîdan hat lidarxistin
Cenazeyên 3 şervanên QSDˋê û Hêzên Xweparastinê hatin veşartin û ji bo 4 şehîdan merasîma xiyabî hat lidarxistin. -
Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şervanê QSD'ê Rojbîn Hesekê û ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî li Hesekê hatin veşartin. -
Li Dirbêsiyê meşa li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê
Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkeriyê, li Dirbêsiyê meş û mîtîngek hate lidarxistin û ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin. -
Gelê Kobanê şehîd Hebûn Boxaz spart axê
Şervanê QSD'ê Hebûn Boxaz ku li Qereqozaxê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê hate veşartin. -
Fermandariya QSD'ê: Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin
Fermandariya QSD'ê ragihand ku li gel hewldanên wan ên ji bo diyalogê û rawestandina şer jî dewleta Tirk di êrişan de israr dike, tank û maşînên zirxî li ser sînorê Rojava kom dike û got, "Şerê Kobanê wê bibe şerê serketina mezin." -
Navê şehîdên Reqayê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên şehîd bûn, eşkere kir. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî dagirkeriyê bi girseyî daketin qadan
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi deh hezaran kes ji şêniyên Qamişloyê meşiyan. -
Gundên Kobanê bi SÎHA'yê hatin bombekirin
Gundên Koşkar û Metîn ên Kobanê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk hatin bombekirin. -
Şervanên YPJ’ê yên ku li Bendava Tişrîn ê û Qereqozaxê li ber xwe didin
Şervanên YPJ'ê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO'yê yên li ser bendava Tişrîn û Qereqozaxê li ber xwe didin, ketin ber objektîfên me. -
QSD'ê dîmenê xistina SÎHA ya Tirk weşand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dîmenê xistina SÎHA'yeke artêşa Tirk a bi tîpa Bayraktar TB2 weşand. -
Şervan bi biryar in: Me DAÎŞ şikand, em ê wan jî bişikînin!
Şervanên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin gotin, "Eger me karîbû DAÎŞ'ê bişikînin, em ê wan jî bişikînin! Kobanê wê nekeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê." -
Dîmenê çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê hat weşandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê weşand. -
Ji fermandarên QSD’ê Ezîz Ereb şehîd bû
QSD’ê ragihand ku fermandar Şehîd Ezîz Ereb di berxwedana Qereqozak de şehîd bûye. -
Êrîşên li ser Tişrînê hatin têkbirin, 37 çete hatin kuştin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên ji sê aliyan ve li ser Bendava Tişrînê hatin têkbirin. Di encama pevçûnê de 37 çete hatin kuştin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê li dijî çeteyan operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. -
Gundekî Til Temirê bi çekên giran tê topbarankirin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundekî rojavayê Til Temirê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk li Girê Berkel 2 caran bombe li radyoya Kobanê FM barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov a biçek 2 caran li girê Berkel stasyona weşanê ya radyoya Kobanê FM xist. -
Êrîşên çeteyan li ser bendava Tişrînê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên ên li ser bendava Tişrîn ku dikeve başurê Kobanî berdewam dikin. Şervanên QSD'ê bersiv didin êrîşan. -
QSD’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku êrîşên dagirkeran ên li ser Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê didomin û diyar kir ku balafirek bêmirov hatiye xistin. -
Li Dêrikê cenazeyên 3 şehîdan hate veşartin
Ji bo 3 şervanên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, li Dêrikê merasîma veşartina cenazeyan hate lidarxistin. -
Parlamenterên Katalonyayê çûn serdana YPJ’ê
Şandeyek Katalonyayê çû serdana Yekîneyên Parastin (YPJ). Di serdanê de geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrişî Bendava Tişrînê dike
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe bi çekên giran êrişî Bendava Tişrînê dike. -
'Em ê bibin agir û dagirkeriyê li Kobanê têk bibin'
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku wan çawa DAÎŞ tune kir, ew ê bibin agir û dagirkeriyê jî têk bibin. -
Êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin: DAÎŞ bi ser xwe ve tê!
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 rêxistinên civakî yên sivîl hişyarî dan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê DAÎŞ'ê ji nû ve bîne ser xwe. -
DAÎŞ'ê êrîş bir ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Li Kantona Reqayê, çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Di encamê de endamekî ewlekariya hundirîn şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.