Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên li ser rêbendên kontrolê zêde kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku çeteyên DAÎŞ’ê duh êrîşî rêbenda kontrolê ya li Dêrezorê kiriye, îro jî wesaîta aîdî Hêzên Têkoşîna Li Dijî Tiryakê kirine û du endamên wan birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û diyar kir ku şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî rêbendeke wan a li gundewarê Dêrazorê kiriye û wesaîteke wan hedef girtiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êvara duşemê (23’ê Kanûnê) şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li gundewarê Dêrazorê êrîşî rêbendeke kontrolê û nuqteyeke li ser çem kirine. Çeteyên ku li motorsiklêtan siwar bûbûn bi keleşan êrîş pêk anîne. Di encamê de di navbera hêzan û çeteyan de pevçûn derketiye û çete vekişiyane.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin îro jî çeteyan ewesayita Hêzên Têkoşîna Li Dijî Tiryakê hedef girtiye û di encamê de 2 endamên hêzê birîndar bûne. Her wiha çeteyan duh rêbenda kontrolê ya li bajarokê Sebhe yê gundewarê Dêrazorê jî hedef girtibû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember van gefan, ji bo parastina ewlehî û îstîkrara herêmê amade ne û bang li welatiyan hat kirin ku hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin û têkildarî hemû rewşên gumanbar hêzan agahdar bikin.