ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Qamişloyê 2 cangoriyên xwe spartin axê
Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan spartin axê. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan dan. -
Dîmenê panzera çeteyan a hate îmhakirin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dîmenê panzereke çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşand ku hate îmhakirin. -
Agahiyên li ser nasnameya şehîdên Helebê hatin eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Helebê du endamên wan şehîd bûne. -
QSD: SNHR hewl dide sûcên dewleta Tirk binixumîne
Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku saziya bi navê SNHR ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin û ji bo sûcên dewleta Tirk binixumîne dixebite. -
Li Tişrînê şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê êrîş birin ser gelek gundên li derdora Bendava Tişrînê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiv dan û şerekî giran destpê kir. -
Ji çavê rojnamevanan berxwedan û êrîşên li hemberî Şehbayê -I
Di demekê de ku li herêmên Şehba û Til Rifetê êrîşên çeteyên SMO'yê dewam dikirin, rojnamevanan şahidî ji şer û berxwedanê re kirin. Rojnamevan Rûken Efrîn berxwedana li van herêman û bûyerên bi serê gel ve hatin kirin belge û bû şahida şer û berxwedanê. -
Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsa û Girê Spî bombe li gundan barand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê li rojhilatê Eyn Îsayê gundê Um El Beramil û li rojavayê Girê Spî jî gundên Kor Hene, Xerbet El Beqar û Sawan bombe kirin. -
'Bi şerê gelê ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin'
Jinên ciwan ên Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew ê her tim li pişta hêzên xwe bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî wê azad bibin. -
QSD’ê dîmenê xistina Bayraktarê weşand
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDˋê dîmenê balafira bêmirov a Bayraktar (TB2) ku li derdora pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê hate xistin, weşand. -
Şervanên jin li dagirkeran xist: Dagirkerek hat kuştin û pergala radarê hat rûxandin
Şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê çalakiyeke tolhildanê li dar xistin. Di çalakiyê de çeteyekî SMO hate kuştin û pergala radarê hat rûxandin. -
Dagirker êrîşî Qereqozaxê dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li pira Qereqozax û gundê Bir Hiso dibarînin. -
Dewleta Tirk bombe li febrîqeya şekir barand
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li Der Hafir a girêdayî Kantona Tebqayê, bombe li febrîqeya şekir barand. -
Li Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO'yê yên li ser gundê Xirbet Zemale de, dan. Pevçûnên dijwar diqewimin. -
Şervana YPJ'ê Havîn: Em ê li Tişrîn û Qereqozaxê dîroka berxwedanê binivisîn
Şervana YPJ'ê Havîn Qamişlo ya ku li eniyên pêş a di berxwedana Qereqozaxê de cih digire got, "Me çawa li Kobanê dîrok nivîsand, em ê li pira Qereqozaxê û li bendava Tişrînê jî dîroka berxwedanê binivîsin û dijmin li vir vala derxin." -
‘Divê jin eniyeke xurt ava bikin’
Ebîr Hessaf daxuyaniyên dawî yên Ofîsa Karên Jinan a li Şamê rexne kir û got, “Divê jinên li Sûriyeyê, van polîtîkayên paşverû red bikin û di nav hevgirtinê de eniyeke xurt ava bikin.” -
QSD’ê Bayraktar a ayîdê dewleta Tirk a dagirker xist
QSD’ê li pira Qereqozaxê balafira keşfê ya bi tîpa TB2 a ayîdê dewleta Tirk a dagirker, xist. -
Li başûrrojhilatê Minbicê 2 çeteyên SMO teslîm bûn
Li çoltera Ebû Qelqel a Minbicê 2 çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwe radestî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. -
QSD’ê 2 şervanên şehîd bi bîr anî
QSD’ê şehîd Mehmûd Feysel Elî û şehîd Sayîl Umer Mihemed bi bîr anî. -
Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet didome
Di berxwedana li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo didome de, berxwedêr xwedî li peyama Rêber Apo derketin. -
Cenazeyê şehîdê Tişrînê Brûsk Dêrik hate veşartin
Cenazeyê Brûsk Dêrik ê li dijî dagirkeriyê di Berxwedana Tişrînê de şehîd bû, hate veşartin. -
Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîdek
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de endamekî wan şehîd bû. -
Dagirker êrîşî gundên Kobanê dikin
Dewleta Tirk gundê Nasiro û gundê Sêvê yê başûrê Kobanê bombebaran dike. -
Li Kobanê 3 şehîdên YPJ û HAT'ê hatin veşartin
Li Kobanê cenazeyên şehîd Zana, Zînal û Yildiz Çiya bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Dewlet Tirk a dagirker derdora Sirrînê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bi çekên giran çerxerêya Sirrînê û derdora wê topbaran dike.