Li Tişrînê 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyên SMO’yê hatin rûxandin

Berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Şervanan wesayîtek zirxî ya bi tîpa BMB û wesayîteke doçka ya çeteyan rûxandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê li gorî saeta herêmî saet 13.00’an hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê bikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşê û pevçûnên dijwar li herêmê rû dan.

Di encama bersivdayîna şervanên meclîsê de gelek çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Di çalakiyên şervanan de wesayîteke zirxî ya bi tîpa BMB û wesayîteke doçkayê jî hatin rûxandin. Pêvçûnên li herêmê bi dijwarî didomin.