BI DÎMEN

Hedlê Hesen: Şervanên me dîrokê dinivîsînin, em jî li pişt wan in

Hedlê Hesen diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew in xwediyê axa xwe ne û wê dagirkerî jî li hemberî wan têk here.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Firatê Hedlê Hesen têkildarî berxwedana şervanên di nava çeperên şer de û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF`ê re axivî.

Hedlê Hesen anî ziman ku ew berxwedana şervanên xwe silav dikin û got: "Em bi şervanê xwe bawerin û ew ê serketinê misoger bikin. Piştî rûxandina rejîma Baasê û hatina hikumeta nû, gelek guhertin li Sûriyeyê pêk hatin. Dewleta Tirk a dagirker jî ji vê guhertinê dixwaze sûd werbigire. Dewleta Tirk li Qereqozaxê û Bendava Tişrînê êrîşeke nemerdan pêk tîne, di heman demê de jî gundewarên Kobanê bi rojane rastî êrîşan tê û ew êrîş dibin sedema komkujiyan."

Hedlê Hesen ragihand ku bi destê dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ hatin afirand, lê ew çete jî bi destê şervanên wan têk çûn û got, "Piştî têkçûna dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ cara ewil li Kobanê, car din dixwaze bi wê senaryoya şer, êrîş bike. Vê carê jî ne bi navê DAÎŞ lê rasterast bi destê dewleta Tirke û çeteyên girêdayî wê ne. Lê çi hêz be û çi êrîşên bi vî rengî be, tu carî em li bin nakevin, em serketin tenê li pêşiya xwe dibînin. Ew çeteyên ku xetertirîn çete li cîhanê bû, destpêka têkçûna xwe di Kobanê de û bi destê şervnê me pêk hatin."

'ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ JI BO ME ESAS E'

Hedlê Hesen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelê herêmê û got, "Şervanên me li Pira Qereqozaxê berxwedanê dinivîsin, ewqas çete hatin kuştin. Di wir de şervanên me destanê dinivîsin û vaye pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê berxwedana xwe li dinyayê deng veda. Wan kirin nekirin nekarîn derbasî van aliyan bibin. Yê me jî gelê me li Kobanê û gundewarê xwe hemû ji bo parastina mala xwe, kolana xwe û gundê xwe, di pozisyona şerê gel ê şoreşgerî de ne. Em berxwedana gelê xwe silav dikin. Bêguman wê serketin bi wî gelê ku bi axa xwe de hatiye girêdan misoger be."

'GELÊ ME SEFERBER E'

Hedlê Hesen herî dawî got dema ku Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir tevahî gel xwe di nava wê sefeberiyê de dît û goti "Di bin sîwana seferberiyê gelê me di nava şerê gelê şoreşgerî de ye. Gelê me xwe amade kiriye. Şervanê me di çeperên pêş de ne û li ber xwe didin. Gelê me jî li pişt wan û hêzê didin wan û moralê didin şervanên xwe. Bi van şervanên wiha em ê serketinê bêguman qezenc bikin."