ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Jiyana bi milyonan mirovî bi bendava Tişrînê ve girêdayî ye'
Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser giranî û xeteriya êrişên li ser bendava Tişrînê û hişyarî da ku xisarek il bendavê bibe wê bandorê li jiyana bi milyonan mirovî bike. -
Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî geşedanên li herêmê civiya. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Qereqozaxê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li derdora Pira Qereqozaxê û gundê Bîr Hiso dibarîne. -
Kobanê bi biryar e ku dagirkeriyê cara duyemîn têk bibe
Gefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Kobanê dewam dike. Rojnamevan Lezgîn Îbrahîm ku berxwedana Kobanê dişopîne got, "Gel bi biryar e ku cara duyemîn têk bibe." -
Gundewarê başûrê Kobanê tê bombebarkirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê başûrê Kobanê bi guleyên obîsanan topbaran dikin. -
Hecî Hesekê: Ala berxwedanê wê her li ba be
Berxwedana li Bendava Tişrînê 22 roj in dewam dike. Fermandar Hecî Hesekê got "Ala berxwedanê wê her li ba be. Bawerî û moralê me tam e. Em ê dagirkeran li bin bixînin. Çi teknîkê bi kar bînin jî şervan ji berxwedanê re amade ne." -
Şêniyên Reqayê bi dirûşma 'Em hemû QSD ne' meşiyan
Şêniyên kantona Reqayê bi meşeke girseyî ragihand ku ew hemû QSD ne û li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn. -
Li Hesekê û Şedadê cenazeyên şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê û Şedadê bi merasîman 2 şehîd hatin oxirkirin û 2 şehîd hatin bibîranîn. -
Dagirkeran bombe li Til Temir û Eyn Îsayê barandin
Dagirkeran sîloyên genim ên li Til temirê û stasyona avê ya Eyn Îsayê bombe kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker topbaranê li rojavayê Eyn Îsayê dike. -
SÎHA'yê bombe li nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn barand
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yê êrîş bir ser nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê El Hîşa yê li rojhilatê Eyn Îsayê. -
QSD: Li Qereqozaxê panzerek û 2 radar hatin îmhakirin
QSD'ê ragihand ku li rojavayê Qereqozaxê panzerek û 2 sîstemên radarê yên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên ser bi dewleta Tirk a dagirker hatin îmhakirin. -
Xelkê Minbicê li dijî çeteyan daketin qadan: Ji gundên me derkevin
Xelkê gundên Minbicê li dijî dagirkeriya çeteyên Tirk daketin qadan û xwestin çete ji gundên wan derkevin. -
Li Minbicê pergala radara dewleta Tirk hat rûxandin
Şervanên QSD’ê bersivê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şervanan di çarçoveya Pêngava Şehîd Ezîz Ereb a Minbicê pergala radarê ya dewleta Tirk a dagirker rûxandin. -
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan
Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re meşek li dar xistin û berxwedana li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker silav kirin. -
Ji Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê çalakiyên bi bandor: 5 çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên bi bandor ên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê de 5 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam li Dêrazorê hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xanam yê di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bûbû, li Dêrazorê hat veşartin. -
Bi sedan kesan cenazeyê Egîd Serêkaniyê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) ê di berxwedana Qereqozaxê de şehîd bû, hate veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Şaredariya Tişrînê hate veşartin
Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkelê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker kaşê Berkel ê Kobanê topbaran dike. -
Fermandar Ronahî Yekta li Kobanê hate veşartin
Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Êrîşên li ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê
Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrîş bir ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê. -
Dewleta Tirk bi balafirên şer derdora pira Qereqozaxê bombe kir
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker derdora pira Qereqozaxê bi balafirên şer bombe kiriye. -
Ji pênûsa rojnamevan Cîhan Bîlgîn
Dema te rêyek da ber xwe, divê tu berdêlê jî bide ber çavên xwe û bimeşe. Ez rê ne, rê jî em in! Em ê bimeşin, yên bidin pey me jî wê her tim hebin. Dibe ku astengî derkevin pêşiya me, dibe ku em negihêjin, lê eger rê hebe, meşvan jî wê hebe. -
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî, bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin.