ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Sûriyeyê rewş û pêşeroja jinan hat nîqaşkirin
Meclisa Jinên Sûriyeyê di komxebata ku li Qamişloyê li dar xist de rewş û pêşeroja jinan a di avakirina Sûriyeya nû de nirxandin. -
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker hate xistin
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku li bakurê bajêr SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker hatiye xistin. -
'Divê em di vê pêvajoyê de bibin bersiv'
Çalakvanên jin û endamên tevgera jin diyar kirin ku ji bo bikaribin destketiyên şoreşê biparêzin û welatekî azad û wekhev ava bikin, divê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. -
QSD: Bi dehan çete hatin kuştin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Minbicê, derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê derba giran xwarin. QSD'ê diyar kir ku di bersiva hêzên wan de bi dehan çete hatin kuştin. -
Şêniyên Hesekê bi meşekê nîşan da ku ew li pişt QSD'ê ne
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî nîşan da ku ew li pişta QSD'ê ne û gotin, "QSD hêza me ye." -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li depoya zad û qadên sivîl barand
Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete li Girê Spî bombe li depoya zad û li Til Temirê jî li gundê Um El Kêf barand. -
Çerxerêya Sirînê bi SÎHA'yan hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan Çerxerêya Sirînê bombe kir. -
QSD'ê nasnameya 16 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 16 şervanên ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyan de şehîd bûn eşkere kir. -
'Rastiyên ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne, em ê ragihînin'
Hevrêyên Şehîd Cîhan, Silava Ebd El Rehman û Xelîl Bozo gotin, "Wê tu carî çavê me ji rastiya ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne re neyê girtin." -
Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li Dêrazorê ku DAÎŞ vê dema dawiyê lê ketiye nava liv û tevgerê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Mîrateya Nazim û Cîhan
Nazim û Cîhan mîrateyek ji mirovahiyê re hiştin. Hîn kirin bê têkoşîna ji bo heqîqetê, bilêvkirina rastiyê bi wêrekî tê çi wateyê. Niha wê di hevokên li pey xwe de hiştine bêne bîranîn. -
Hevrêyên Cîhan û Nazim: Em ê kevneşopiya çapemeniya azad dewam bikin
Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û gotin, têkoşîna çapemeniya azad wê dewam bike. -
Li Eyn Îsayê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Reqa hewldana çeteyan a ketina gundekî rojhilatê Eyn Îsayê têk bir û di encamê de 2 çete hatin kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran kir. Di encama hedefgirtina santrala ceryanê de li bajar û derdora wê ceryan qut bû. -
Êrîşa çeteyan a li Til Temirê hat pûçkirin: 3 mirî û 2 birîndar
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hewldana êrîşeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî Til Temirê têk birin û 3 çete hatin kuştin. -
Şervanan 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyan rûxandin
Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker rûxandin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dixwazin ji rewşa şer a bi dewleta Tirk û çeteyên wê re sûd werbigirin, li Dêrazorê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di êrîşê de 2 hêzên ewlehiyê birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Demhat li Dirbêsiyê hat veşartin
Şêniyên Dirbêsiyê di merasîma şervanê QSD’ê şehîd Demhat soza şopandina rêça şehîdan dan. -
Ji bo şehîdên Til Berakê merasîm hat lidarxistin
Ji bo 3 kesên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Til Berak-Hesekê de şehîd bûn, merasîm hat lidarxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Cadê topbaran dike
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker van kêliyan gundê Cadê ya li pira Qerekozaxê bi çekên giran topbaran dike. -
Dîmenê ku gundê Qişle yê ji çeteyên SMO’yê hat paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Qişlê ku di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê de bû, ji çeteyan paqij kirin. Di dîmenên ku hatine kişandin de tê dîtin ku şervanên Meclîsa Leşkerî bi ruhekî fedayî bi ser çeteyan de diçin. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest bi pêngavê kir
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê dest bi 'Pêngava Şehîd Ezîz Ereb Minbic' kirin. -
Dewleta Tirk topbaranê li gundê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike
Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete bi topbaranê lig undê Qûmlixê û pira Qereqozaxê dike. -
Tûgaya Şehîd Sorxwîn a Kongra Star hate avakirin
Kongra Star a Kobanê tevlî banga seferberiyê bû û bi daxuyaniyekê ragihand ku wan Tûgaya Şehîd Sorxwîn ava kiriye. -
Şervanan gundê Qişlê ji çeteyan paqij kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Qişlê yê ku ji aliyê çeteyên SMO ve hatibû dagirkirin, ji çeteyan paqij kirin.