TC şantaja Idlibê li DYE'yê dike, hingiv di devê Rûsyayê dike

Dewleta Tirk ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir bike ''herêma ewle'' li ser DYE'yê ferz dike, bi lîstika ku nû li Idlibê danî gefê li DYE'yê dixwe, hingiv di devê Rûsyayê dike.

Dewleta  Tirk  ku bi 12 cihên kontrolê yên li Idlibê danî û bi peymana Soçiyê re ji komên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya bi pêşengiya El Nusra re dibe mertal, ji bo ku rojhilatê Firatê bi navê ''herêma ewle'' dagir bike hewl dide ku di ser Idlibê re lîstikeke nû deyne.

Dewleta Tirk ku li Sûriyê nakokiyên di navbeyna DYE û Rûsyayê de ji Tebaxa 2016'an û vir ve bi kar tîne û di ber vê de Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrîn dagir kirî, hewl dide ku nakokiyên berdest hineke dî jî bi kar bîne.

AGIRBESTA DU ROJÎ

Beriya civîna 'herêma ewle' ya 5'ê Tebaxê ya li Enqerê a di navbeyna şandeyên DYE û Tirkiyê de Tirkiye, Rûsya û Îran bi çarçoweya Civîna Garantorên Sûriyê cara 13'an li Qezakîstanê hatibûn cem hev û li Idlibê agirbest ragihandibûn.

Lê bi rengekî balkêş, 5'ê Tebaxê roja ku hevdîtinên ''herêma ewle'' dest pê kirî, rejîma Sûriyê ragihand ku agirbesta ku li Idlibê dest pê kiriye, qediyaye û li herêmê şer dest pê kir.

REJÎM Û RÛS BI PÊŞ VE DIÇIN, BALAFIREKE SÛRIYÊ HATE ŞIKANDIN

Artêşa Sûriyê û hêzên bi ser Rûsyayê ve ku li başûrê Idlibê li ser xetên başûrrjhilat û rojavbaşûrê naçveya Xan Şeyhûnê vê heftiya dawî gelek cih kirin bin kontrola xwe.

Hêzên hewayî yên Rûsya û rejîmê bomberdomana hewayî ya li ser herêmê didomînin, duh li herêma gundê Tamanahê ya li rojhilatê Xan Şeyhûnê balfaireke şer a rejîmê ya bi tîpa SU-22 hate şikandin û hate gotin pîlotê balafirê hêsîr hatiye girtin.

Heke hêzên Rûs û rejîmê Xan Şeyhûn bi giştî bi dest bixin beşekî girîng ê rêya M4'yê wê bikeve destê hêzên rejîmê, ku ev rê li ogrî peymana Soçiyê ya bi dîroka 17'ê Îlona 2018'an diviya bihata vekirin.

Di rewşeke wiha de her wiha aqûbeta cihên kontrolê yên li başûrê Xan Şeyhûnê, li Morekê jî cihê meraqê ye. Li gel ku xelek berteng bûye û hêzên rejîmê û Rûsan ji du aliyên cihên kontrolê ve bi pêş ve diçin jî Tirkiyê hê hêzên xwe ji herêmê nekişandine.

PEYMANA SOÇIYÊ Û HERÊMA BÊ ŞER

Li gorî peymana 17'ê Îlonê ya ku di navbeyna Serokdewletê Rûsyayê û yê Tirk de li Soçiyê hatî danîn, li Idlibê qededeke bi 15-20 kîlometre berfireh û dirêjahiyê herêma bê şer hatibû ragihadin û her wiha li ser li hev kiribûn ku rêya M4'ê û M5'ê ji rêya bazirganiyê re diviya bihate vekirin lê li gel ku meh di ser peymanê re derbas bûne jî Tirkiye ev peywira xwe ya li gorî peymanê bi cih neanî, piştî hişkbûna daxuyaniyên Rûsyayê dawiya Kanûnê El  Nusra, li dijî komên bi desteka Tirkiyê tevgeriya û 90 ji 100'î yê Idlibê bi dest xist.

REJÎMÊ Û RÛSYAYÊ GULANÊ OPERASYON DANE DESTPÊKRIIN

Li Idlibê ku NATO di dewrê de ye Tirkiye ji bo ku li qada Sûriyê destê xwe xurt bike hê jî komên çete yên li herêmê diparêze. Gulana 2019'an hêzên rejîm û Rûsyayê operasyon birin ser herêmê lê piştî daxuyaniyên NATO'yê Tirkiyê çekên giran dane çeteyan û derbên giran li rejîm û Rûsyaê dane.

BERIYA CIVÎNÊ HINGIV DI DEVÊ RÛS DIKE

Dewleta Tirk ku ev demek e ji nakokiyên DYE û Rûsyayê sûd werdigire, ji bo ku demeke dî sûd werbigire, hewl dide ku lîstikê ji nû ve deyne, niha jî çavê xwe jê re digire ku rejîm û hêzên Rûs ber bi Xan Şeyhûnê ve biçin, beriya civîna 7'ê Îlnê ku di navbeyna Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Enqerê wê çêbibie, hewl dide wê peyamê bide Rûsyayê ku ew dilsozê peymanê ye.

LI ŞEHBAHAYÊ DEWRIYEYA RÛS Û TIRKIYÊ

Di rewşeke wiha de ku li başûrê Idlibê ev dibin, Serokê Navenda Lihevanaîna Aliyên li Sûriyê yê Rûsyayê Aleksay Bakîn, ragihad ku leşkerên Rûs û Tirk li herêma Til Rifatê dewriyeya hevpar dikin. Jixwe ev ji mêj ve bû Tirkiye ji bo ku herêma Şehbayê ya ku Efrînî lê bi cih bûne dagir bike ji Rûsyayê destûr dixwest.

ŞANTAYA IDLIBÊ YA LI DYE'YÊ

Li gorî jêderên herêmê dewleta Tirk bi bêdengiya li bara operasyona Rûs û rejîmê ya li ser Xan Şeyhûnê şantajê li destekvanên xwe yên herî mezin ên li Idlibê li DYE'yê û NATO'yê dike û dibêje, ''Heke hûn li rojhilatê Firatê daxwazên min qebûl nekin, ez ê Idlibê bi dest Rûsyayê û rejîmê ve berdim.''

Jêder dibêjin heke operasyona Xan Şeyhûnê wiha bidome û Tirkiye (pê ve girêdayî  NATO û DYE) xwe tevlê nekin, herêm heta Îlonê wê bikeve destê rejîmê û hêzên Rûsyayê.