HRE: Di nava 10 rojan de 72 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya şer û çalakiyên 10 rojan eşkere kir. HRE’yê got di nava 10 rojan de 10 jê leşkerên Tirk 62 çete bi giştî 72 dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê yê 10 rojan eşkere kir. HRE'yê got di nava 10 rojan de 72 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye;

Bi çalakî û berxwedana hêzên me yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve komên çete yên ku di Efrîn’ê de li dijî gelê me her cûre êrîşan pêk tînin û bi vê rêyê tunekirina hemû nirx û erdnigariya gelê me armanc dikin, derbên giran dixwin. Li Efrîn’a ku her komek çete zagona xwe bikar tîne, ji revandina însanan heya înfazkirina wan hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan yên bingehîn tên binpêkirin, wê çalakiyên me yên berxwedana hîn bilindtir bibin.

Yekgirtina gelê me yê welatparêz û ciwanên me ku îro li derdora berxwedana me pêk anîne, îro şerê me yê li dijî dagirkeriyê qulupandiye çalakiyên bi bandor. Ev şer wê mezin bibe û dawî li dagirkeriya Efrîn’ê bîne. Çalakiyên me yên di deh rojên borî de bû îspata vê rastiyê ya herî şênber. Di vê çarçoveyê de em encamên van çalakiyan bi raya giştî re parve dikin.

Hejmara çalakiyan: 7 jê şerê sîng bi sîng bi giştî 14 çalakî

Êrîşên dijmin yên bejahî: 1 êrîş ji alî şervanên me ve hate şikandin

Êrîşên bi çekên giran: 9

Êrîşên bi balafirên bê mirov: 1

Tevgera hewayî: 4 car balafirên bê mirov û carek helîkopter; 5 car

Windahiyên dagirkeran: 10 jê leşkerên dagirker û 62 çete bi giştî 72 kes

Brîndarên dagirkeran: 2 jê serbaz 8 leşker û 11 çete; bi giştî 19 kes

Alavên ku hatine rûxandin: 1 tank, 2 jê çekên giran li ser 4 seyare, 2 motor, 1 maşîneya kar

Alavên ku hatin desteserkirin: 9 AK-47, 2 PKM, 1 B-7, 1 çeka sûîkastê, 1 dûrbîna şevê, 1 dûrbîna termal, 20 şarjorên AK-47, 6 rext, hejmarek mezin guleyên PKM, 2 telefon, 4 serikên roketa B-7 û çenteyek wê, 2 çenteyên leşkerî, hejmarek zêde dokuman û nasname.

Di vê pêvajoyê de rêhevalek me di dema şer de şehîd bû. Herwiha di 9’ê Tebaxê de di encama topbarana dewleta dagirker ya li ser herêmên sîvîl, li gundê Soxanekê a ser bi Şêrawa 5 kesên ji heman malbatê brîndar bûn.”