Li Kobanê Kûtlar û Çalli hatin bibîranîn

Adil Yildirim û Ozkan Aslan ên ku li Dêrsimê di 10’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn li Kobanê hatin bibîranîn.

Taylan Kûtlar (Adil Yildirim) û Hidir Çalli (Ozkan Aslan) ên ku di 10’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn li Kobanê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de li ser navê MLKP’ê Erdal Cebo axivî.

‘EM Ê BI GIYANÊ WAN LI BER XWE BIDIN’

Cebo qala her du şoreşgeran kir û got ku “Rêheval Adil piştî ku 10 sala di girtîgehê de ma, berê xwe da çiyayan û hate Rojava. Li her eniyê wekî şervanekî pispor ê çekê giran û fermandarekî cihê xwe girt. Rêheval Ozkan jî li Rojava di gelek eniyan de şer kir. Cesaret û ruhê wî yê fedaî bawerî dida derdora wî. Em ê jî li hemberî gefên şer ên dewleta Tirk bi ruhê wan li ber xwe bidin û tola wan bistînin.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enver Muslim jî got ku “Heval Adil di berxwedana Kobanê de rolekî girîng bi cih anî. Di hemû eniyan de şer kir. Piştî şer jî ji bo avakirina Kobanê cihê xwe girt. Ji asayîşê heta şaredariyê, ked da şoreşê.”

Piştî bibîranînê sînevîzyon hate nîşandan û helbest hatin xwendin.