YPJ: Minbic bi yekitiya gelê Kurd û Ereb hate rizgarkirin

YPJ’ê diyar kir ku Minbic bi keda bi sedan şehîdan û yekitiya gelên Kurd û Ereb hate rizgarkirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

"Bajarê Minbicê ku bû yek ji bajarên lehengan û hêlîna berxwedêran e, bi keda bi sedan şehîdan hate rizgarkirin. Di şexsê şehîd Bengîn Mûş, Dîjle, Arjîn, Koçerîn, Botan Tirmen û Ebû Leyla de em tevahî hevrêyên di pêngava dîrokî ya rizgarkirina Minbicê de gihîştin şehadetê û hemû şehîdên azadiyê, soza tolhildana şehîdan û pêkanîna armancên wan nû dikin.

Bajarê Minbicê, yek ji bajarên herî kevnar e û xwedî cihekî stratejîk e. Gelek netewe, reng û çandên gelan di vî bajarî de dijiyan. Çeteyên DAIŞ’ê, bi dagirkirina bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrazor, Şedadê, Şengalê, Mûsil û hwd. bajarê Minbicê jî dagir kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi dagirkirinê ve sînordar nema, kuştin, talan, revandina mirovan, xirakirina cihên dîrokî û dijminahiya jinan di vî bajarê dîrokî de ji xwe re kir armanc. Piştî ku şervanên me di Kobanê de berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyan raber kir, bi xwîna hezaran şehîdan Kobanê rizgar kir. Li ser vê di sala 2016’an de gelê me yê Minbicê daxwaz kir bajarê wan ji çeteyên DAIŞ’ê were rizgarkirin. Me daxwaza gelê Minbic ji bo xwe wek fermanê dît û biryara pêngava rizgarkirina Minbicê da.

Bêguman biryara pêngava rizgarkirina Minbicê bi rihetî nehat dayîn. Lê biryarbûyîn, fedakarî, cesaret, hesta tolhildanê, vîn û baweriya di şervan û gelê me yê Kurd û Ereb de hatibû avakirin, bû mifteya sereke ya vê biryarê.

Şerekî dijwar li Minbicê çêbû, tevî ku pêngav di şertên demsala havînê yên herî germ de dest pê kir, lê fedakariya hevrêyên me yên şehîd diyar kir, wê tu carî neyê jibîrkirin. Pêngava dîrokî di pêşengiya fermandarê efsanewî şehîd Ebû Leyla dest pê kir. Ebû Leyla bi şerê xwe tirseke mezin di dijmin de çandibû. Ebû Leyla cihê xwe di têkoşîna gelan de bi herfên zêrîn nivîsand. Çawa li Kobanê di şexsê şehîd Arîn û Rêvana de rihê fedaî deng veda, li Minbicê jî ev rihê xwe bi nirxên civakî strandibû, di şexsê şehîd Koçerîn de jîndar kir. Van hevrêyên me bi kedên xwe, bi rihê tolhildan û serkeftinê biryardariya me ya têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xurtir û bi hêztir kir. Me tola şehîdên xwe yên Kobanê, Minbic, Tepqa û Reqayê li Dêrezorê hilanî. Minbic bi xwîna hevrêyên me yên hêja û binirx hate rizgarkirin. Bi pêngava Minbicê re, jinên Kurd û Ereb yekitiya ruhî û hevgirtina xeta parastina welatê xwe ava kir. Minbic, bi keda şehîdan yekitiya gelê Kurd û Ereb hate rizgakirin. Ev serkeftina me ya herî mezin û bi nirx bû ku me diyarî şehîdên xwe kir.

Li ser wê bingehî, di roja îro de xetereyên mezin û plangeriyên berfireh li ser van destkeftiyên me yên bi xwîna şehîdan ava kirî, hene. Dewleta Tirk, dema me dest bi pêngava rizgakirina Minbicê kir, êrîş û gefên xwe li ser herêmên me zêde kirin. Wisa Cerablus, Efrîn û hin deverên din dagir kirin. Îro jî bi heman ferasetê hewl dide herêmên rizgarî dagir bike. Helwesta gelê me wê demê çawa bû, îro jî bi hişmendiya yekitiya gelan parastina welat, gelê me helwesta xwe diyar kiriye. Sekna hevgirtî ya gelê me wê van êrîş û lîstokên îro tên gerandin pûç bike. Ji bo wê jî pêwîst e em hem wek gel û hem jî wek hêzên parastinê li hemberî xetereyên heyî xwe baş bi rêxistin bikin û xeta parastina destkeftiyên heyî bi hêz bikin.

Em careke din rizgarkirina Minbicê li gelê Minbicê pîroz dikin. Şehîdên pêngava rizgarkirina Minbicê bi bîr tînin û soza parastina destkeftiyên gelê me bi dest xistiye, nû dikin. Gelê me îro salvegera rizgarkirina Minbicê di Cejna Qurbanê de pêşwazî dike. Em bi vê wesîleyê Cejna Qurbanê li hemû alema îslamê û gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin."