TEV-DEM: Bila cejn bibe wesîleya aştî û îstîkrarê

TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Careke din, di bin dagirkeriyê de gelê me cejnê pîroz dikin” û peyama têkoşîn, aştî û îstîkrarê da.

Peyama TEV-DEM’ê ya ji bo Cejna Qurbanê wisa ye:

“Gelê Sûriyeyê di nav hewayekî trajîk de cejna Qurbanê piştî têkbirina terorê di aliyê demografîk de, pîroz dike. Hîna pir alî hene ku dixwazin nakokiyê xurt bikin û terorê vejînin, vê yekê bi rêya gefên rojane û komkirina hêzên çekdar li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêk tînin.

Em baş dizanin ku diyalog parçeyekî girîng ji çareseriyê ne, ji ber vê yekê em erka xwe pêk tînin û hewl didin ew li ser rûyê erdê pêk were, hêvî dikin diyalog bibin rêya hemû gelên Sûriyeyê.

Ev cejn derbas dibe û gelê me yê Efrînê û gelek herêmên sînor ên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, hîna hemû kiryarên qirêjî li Efrînê pêk tînin, her wiha gelê me li kampên kantona Şehbayê rewşên jiyanî yên xirab derbas dikin. Mixabin ku gelekî resen heye û li derveyî welatê xwe ye û li pêş çavê cîhanê bi qirkirinê re rû bi rû dimînin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya hatina cejna Qurbanê ya pîroz, hemû gelê xwe û di serî de malbatên şehîdan û lehengên me yên gazî û hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Hêvî dikin aştî û îstiqrar di zûtirîn demê de li hemû Sûriyeyê pêk were.

Bi vê boneyê em banga girîngiya vegera şêniyên resen li welatê xwe û di nav de gelê me yê Efrînê dikin.

Em teqez dikin ku dagirkeriya Tirkiyê şûrê jehrê di bedena gelê Sûriyê de ye û yê herî li pêşiya çareseriyan disekine, ji ber vê yekê divê ew bê derxistin. Armanca Tirkiye ye ku bi dehan terorîstên di zindan û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rizgar bike, wê yekê jî dixwaze bi rêya avakirina herêmên ewle pêk bîne.

Di dawiyê de em soza xwe her tim dubare dikin, teqez dikin em di rêya şehîdan de dimeşin da ku serkeftin û demokrasî li gorî pîvanên ku em bi rêya projeya neteweya demokratîk baweriyê pê dikin, pêk were.

Her sal û gelê me û hemû gel û pêkhateyên herêmê bi xêr bijîn.”