Li Efrînê sûcê şer: 3 sivîlên din hatin revandin

Rejîma Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ya ku hatiye dagirkirin 3 sivîlên din revandin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Çeqla yê Cindirêsa Efrînê sê sivîl revandin.

Hate diyarkirin ku Hisên Oso (32), Mihemed Mûrad (44) û Mûstafa Ebdo (21) hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Di 9’ê Tebaxê de jî çeteyên bi navê Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk li gundê Şerqiya sivîlê bi navê Fûad Elî revandibû û ji malbata wî 50 milyon lîrayê Sûriyeyê xwestibû.

Di heman rojê de li gundê Şêxbilê yê Racoyê jî sê sivîl hatibûn revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di Cejna Qurbanê de jî li gelek gundan serê mirovan 200 dolar xerac stendibû.