Hêzên rejîmê gihiştin Han Şeyhûnê

Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlîbê gihiştin Han Şeyhûnê ya ku gelekî stratejîk e.

Artêşa Sûriyeyê di rojên dawîn de li herêma Îdlîbê bi pêş ve diçe. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rejîmê pênc gundên din xistin bin kontrola xwe û 3 kîlometreyan dûrî Han Şeyhûnê ne.

Beşeke mezin a herêma Îdlîbê û hin qadên li Helep, Hama û Lazîkayê di destê çeteyan de ye. Rejîma Enqereyê piştgirî didin van çeteyan. Rejîma Tirk di muzakereyên Soçî û Astanayê de jî berdevkiya van çeteyan dike.

Rejîma Sûriyeyê di dawiya meha Nîsanê de operasyona li ser Îdlîbê dabû destpêkirin. Ev herêm di bin destê çeteyên Heyet Tahrîr El Şam de ye yên ku têkiliya wan bi El Kaîdeyê re heye.

Han Şeyhûn li ser rêya sereke ya Şam û Helebê ye. Li gorî Mala Çavdêriyê rejîma Sûriyeyê hewl dide dora Han Şeyhûnê bigire û bigihêje ser rê.

Roja Çarşemê li rojhilatê Han Şeyhûnê balefireke şer a rejîma Sûriyeyê hatibû xistin û Heyet Tahrîr El Şam ev êrîş li xwe girtibû.

Li gorî mala çavdêriyê ji roja Çarşemê heta Pêncşemê li qadê şerekî giran çêbû. Di van şeran de 11 çete û 5 şervanên alîgirên rejîmê mirin. Li gorî Mala Çavdêriyê ji dawiya Nîsanê heta niha 1300 çete û 1140 leşkerên rejîmê mirine. Di bomberdûman de jî 820 kesên sivîl mirine.