HRE: Li Şehbayê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li derdora Şehbayê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“Li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bi bandor yên hêzên me li herêma Efrîn û derdora wê bê navber berdewam dike.

Roja 13’ê Tebaxê li derdora gundê Til Medîq yê girêdayî herêma Şehba li hember komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Piştre di navbera şervanên me û çeteyên dagirker de şer çêbû, lê belê encamê vî şerî nehat zelalkirin.

Hemwext  artêşa Tirk a dagirker gundên Merenaz, Malikiyê yên girêdayi navçeya Şera û gundên Um el-Hoş, Til Medîq, Semûqa yên girêdayî herêma Şehba ku tije sivîl in, bi çekên giran û bi balafirên Drone topbaran kirin. Di encamê de li herêmê ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlan.”