Şehîdê polîsê trafîkê Yûsif bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê polîsê trafîkê Ismaîl Yûsif ê di encama teqîna mayînekê de li Reqayê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Koçerat, Berav, navçeya Girkê Legê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Ismaîl Yûsif ê ku di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên DAÎŞ`ê li Reqayê şehîd bûbû wergirtin. Piştre bi kerwanekî wesayîtan ber bi Şehîdgeha Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre fermendarê Hêzên Tirafîkê Kemîran Ebdo axivî û sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêyan şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Ehmed axivî û got: "Em bejna xwe li ber mezinahiya şehîdên ku canê xwe ji bo mirovahiyê feda kirine ditewînin. Ji bo parastina ewlehiyê û xweparastinê fedekarî pêwîst e."

Li ser navê malbata şehîd Hediye Yûsif axivî û got: "Bila serê Rêberê Gelê Kurd, hêzên me û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatêî Sûriyê sax be. Em bi şehadeta Ismaîl serbilind in. Berdêla azadiyê fedekarî ye. Ji bo ku xewna me pêk were fedekarî pêwîst e. Lewra fedekariyên şehîdan berhema azadiyê ne. Em amadene li du şehîdan bidin, heta ku serkeftin pêk were."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan û tilîliyên dayikan spartin axê.