Rejîm li Îdlibê bi pêş ve diçe, bi dehan kes mirin

Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlibê ku li bakur rojavayê Sûriyeyê ye bi pêş ve diçe. Cara yekemîn e ku bajarokekî stratejîk kontrol kir û ber bi Han Şeyhûnê ve bi pêş ve diçe. Di şerê Yekşemê de herî kêm 61 kes mirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, fuzeyên Rûs êvara Yekşemê li dijî droneyên ketin qada wan ên çeteyan çalak bûn. Hate ragihandin ku Drone li ser baregeha leşkerî ya Rûs Hmeîmîm a li herêma Lazkiyeyê ya li Îdlibê firiyan.

Herêma Îdlibê û gelek bajarokên li derdorê di kontrola çeteyên Tirk de ne. Her wiha li Hama, Heleb û Lazkiyeyê jî komên çete hene.

Rejîma Sûriyeyê û Rûsya ku hevalbendê wê ye zêdeyî sê meh in bombeyan li herêmê dibarînin. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan hêzên rejîmê û koma çete heyet Tehrîr El Şam û komên din ên çete yên ser bi El Qaîdeyê şerekî giran li dijî hev dikin. Bajarokê El Habît ê il başûrê Îdlibê jî sibeha Yekşemê kete bin kontrola rejîmê.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku ji operasyona di meha Nîsanê de dest pê kiriye û vir ve yekemcar e ku bajarokekî li herêma Îdlibê ketiye kontrola rejîmê.

Ajansa nûçeyan a Sanayê jî piştrast kir ku El Habît hatiye kontrolkirin û Wezîrê Parastinê Alî Eyyub bi daxwaza Beşar El Esad çûye herêmê.

Hêzên rejîmê êvara Yekşemê xwe nêzî Han Şeyhûnê kirin ku bajarokê herî mezin ê li başûrê Îdlibê ye. Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û anî ziman, hêzên rejîmê bi 9 kîlometreyan nêzî Han Şeyhûn e ku devereke stratejîk e.

Kontrolkirina El Habîtê wê bibe sedem ku bakurê herêma Hamayê bê dorpêçkirin ku rojên dawî bomberdûmaneke giran lê tê kirin.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di şerê Yekşemê de yê li Îdlibê ji her du aliyan 61 kes mirine. Hate gotin ku 21 ji wan ji hêzên rejîmê ne, ji wan 40 kes jî ji komên çete ne. Di şerê Şemiyê de jî 70 çete hatibûn kuştin.

Tê gotin ku ji meha Nîsanê û vir ve li Îdlibê di şerê dijwar de zêdeyî 810 sivîl, 1200 çete û zêdeyî 1000 hêzên rejîmê hatine kuştin.