Serêkaniyê: Biratî bi ser ket, ne dijminatî

Serêkaniyê ku ji her pêkhateyên Sûriyeyê mirov lê ne, li dijî hewldanên tevlîhevî û dijminatiyê yên çeteyên Cephet El Nûsra, xwe ji nû ve ava kir.

Serêkaniyê ku ji her pêkhateyên Sûriyeyê mirov lê ne, li dijî hewldanên tevlîhevî û dijminatiyê yên çeteyên Cephet El Nûsra, xwe ji nû ve ava kir.

Nifûsa heyî ya Serêkaniyê zêdeyî 50 hezar kesî ye. Di mijara 2013'an de piştî ku ji çeteyên Nûsra û El Qaîdeyê hate rizgarkirin, jiyan û rêveberî ji nû ve lê hate avakirin.

Li Serêkaniyê, ku êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê têk bir, çandeke parastinê afiriye. Bajar hem beşek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê he, hem jî bi taybetmendiyên xwe yên xweser bandorê li bajarên din jî dike. Şêniyên Serêkaniyê ji jiyana xwe kêfxweş in, lê belê dixwazin gefên êrîş û şer bên astengkirin û îradeya gelan bê pejirandin.

DI DAWIYA SALA 2013'AN DE JI NÛ VE AVAKIRINÊ DEST PÊ KIR

Serêkaniyê bi qasî 100 kîlometreyî sînorê xwe bi Tirkiyeyê re heye. Di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xwedî rêveberiyeke xweser e. Serêkaniyê ji aliyê Meclîsa Gel a Serêkaniyê ve tê birêvebirin. Ji dawiya sala 2013'an û pê ve pêkhateyên herêmê hêdî hêdî tevlî vê rêveberiyê bû, komun û meclîs hatin avakirin. Di mekanîzmayên xwe hemûyan de kotaya jinê û sîstema hevserokatiyê heye.

Hevserokên Meclîsa Gel a Serêkaniyê dibêjin, "Ereb, Kurd, Suryan, Çeçen, Ermen, Tirkmen, Kurd; her kes tevlî sîstemê bûne. Hin gund hene, şêniyên wê 99 ji sedî Ereb in, rêveberiya komun û meclîsên wan jî bi temamî Ereb in. Ji ber ku sîstema me bi temamî li gorî pêwîstiyên gelê vê derê û krîterên demokratîk tê meşandin."
BAJARÊ GELAN

Li bajarê gelan li Serêkaniyê, Kurd, Ereb, Çerkes, Suryan, Ermen û Tirkmen bi hev re dijîn. Bi giranî Kurd û Ereb in. Nêzî 300 malbatên Tirkmen û derdora 300 malbatên Çerkes lê hene. Lê belê piraniya Suryan û Ermenên li Serêkaniyê beriya destpêkirina şerê navxweyî koçî bajarê Latkiye yê Sûriyeyê, Ewropa û Ermenistanê kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Faraç Mûhammed anî ziman ku beriya destpêkirina şoreşa li Sûriyeyê gelên li Serêkaniyê bi hev re dijiyan û got, "Di navbera Kurdan û Ereban de têkiliyên xizmtiyê hebû. Lê belê nêzîkatiya yek ziman û yek netewe ya rejîmê bandor li gelê Ereb dikir. Piştî ku çete ketin nava Serêkaniyê beşek ji Ereban ketin bin bandora wan. Çete bi giranî di nava civaka Ereb de bûn û bandor li wan dikirin. Beşek ji Kurdan jî ji ber vê yekê di wê demê de nerazî bûn. Lê belê piştî demeke kurt gelê Ereb ê Serêkaniyê fêhm kir ku ew çete ne azadîparêzin ne jî nêzî Îslamê ne. Kurdan jî, Ereban jî rastiya çeteyan fêhm kirin. Ji ber vê yekê dema ku me nû komun ava dikir, gelê Ereb hinekî bi guman nêzîk dibû. Nedixwest tevlî komunan bibe. Piştî ku hêdî hêdî tevlî sîstemê bû fêhm kir ku sîstem bi bingeheke welê ava bûye ku her kes bi mafên xwe bi rêveberiya xwe dikarin hebûna xwe bidomînin. Bi vê yekê re hîn bêhtir tevlî bûn. Niha her kes di nava vê sîstemê de hene."

HEJMARA ERMEN Û ÊZIDIYAN KÊM BÛYE

Li Serêkaniyê yên ku nifûsa wan kêm in Ermenin. Niha derdora 10 malbatên Ermen ên Xiristiyan û 15 malbatên Ermen ên Misilman hene. Em diçin serdana Ermenên li gundê Mirakis û Bisisê. Malbatên Ermen ên li gundê Mirakisê gotin, "Beriya niha li vê deverê Kurdên Êzidî jî hebûn, lê hemûyan koç kirin."

Madlen Garabedyan got, "Nêzîkatiya rejîma Baas a li hemberî me nebaş nebû. Di dema Baas de me dikarîbûn dibistanên ku bi Ermenî perwerdeyê didin ava bikin. Li vê derê dibistaneke me heye. Zarokên me heta pola 6'an bi Ermenî dixwînin. Li deverên mîna Helebê heta pola 11 û 12'an dikarîbûn bixwînin. Lê belê dibistanên taybet jî bin rejîma Baasê mufredata dibistanê li gorî mejiyê yek diyar kir. Li şûna dîroka Ermenan êdî li dibistanên taybet jî rejîma Baas dîroka Ereban dida xwendin."

Der barê rewşa niha de Garabedyan got, "Em serbilind in, êdî tabûreke me jî heye. Yekemcar tabûreke Ermenan bi navê Şehîd Nûbar Ozanyan li Sûriyeyê ava bû. Ji Serêkaniyê jî tevlîbûn ji bo vê tabûrê pêk hat."

Garabedyan destnîşan kir ku rewş û azadî niha gelekî başe û got, "Her kes dilrehet û asayî xuya dikin. Tenê fikareke mirovan heye, ew jî gefên Tirkiyeyê ye."

ÇANDA PARASTINÊ AFIRÎ

Gelên Serêkaniyê li bajêr li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê berdêl û têkoşîneke mezin nîşan dan. Gelek caran bû hedefa êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dewleta Tirk. Ji aliyekî ve sîstema xwe ava kir li aliyê din jî jiyana hevpar parast.

Hêzên parastinê yên bajêr YPG-YPJ, Asayîş, Erka Xweparastinê HPC û HPC-Jine. Piştî êrîşên Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê li bajêr çandeke parastinê di nava gelan de afiriye. Ji ber vê çandê şêniyên Serêkaniyê eleqeyeke mezin nîşanî Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê dan ku îsal ava bû û tevlî bû.

'DIVÊ ÎRADEYA GELAN BÊ QEBÛLKIRIN'

Tevî ku projeya 'Herêma Ewlekariyê' li gorî daxwaza dewleta Tirk nebe jî hîn gef li Serêkaniyê tê xwarin. Sîstema ku bi pêşengiya Kurdan hate afirandin, gelên herêmê hemû lê dibin xwedî. Şêniyên Serêkaniyê ji jiyana xwe kêfxweş in, lê belê dixwazin gefên êrîşan bi dawî bibin û îradeya gelan bê qebûlkirin.