Piştî Nûsra û DAÎŞ'ê niha jî Tirkiye gefê lê dixwe: Serêkaniyê

Ne çeteyên Cephet El Nûsra û El Qaîdeyê, ne jî çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê bi ser ketin. Di encama têkoşîneke mezin de Serêkaniyê hate rizgarkirin. Piştî çeteyan niha jî dewleta Tirk gefê li Serêkaniyê dixwe.

Em li bajarê Serêkaniyê ne ku tê îdîakirin yek ji herêmên ku di plana 'Herêma Ewle' ya hevdîtinên navbera rayedarên DYE û Tirkiyeyê de ev bajar e. Gefên dewleta Tirk ên dagirkirinê didomin.

Serêkaniyê li herêma Cizîrê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê ye. Dîroka xwe digihêje heta beriya zayinê. Di salên 2012-2013'an de di serî de çeteyên Cephet El Nûsra çar caran bû hedefa çeteyên dewleta Tirk. Gelên vî bajarî her carê jî êrîşên çeteyan têk birin.

Bajareke ku Kurd, Ereb, Suryanî, Çeçen, Tirkmen, Ermenî û Kurdên Êzidî bi hev re lê ne.

Gelên herêmê ku li dora YPG û YPJ'ê kom bûne, piştî Cephet El Nûsra êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê jî têk birin. Niha jî tevî êrîş û gefên dewleta Tirk şêniyên Serêkaniyê li bajarê xwe di jiyana hevpar de bi biryar in.

Piştî ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojava hate ragihandin, yek ji bajarên Rojava ku destpêkê bû hedefa êrîşên çeteyên dewleta Tirk tevî Efrînê Serêkaniyê bû. Di serî de Cephet El Nûsra, çeteyên ji Lîbya û Cezayîrê û gelek welatên din hatin di ser Tirkiyeyê re derbasî Serêkaniyê bûn.

Rojnamevanê ji Serêkaniyê ku edîtoriya ANF Rojava dike Alan Osman qada wê demê kir.

"Nêzî 50 çete hebûn. Cephet El Nûsra jî di nava wan de bûn. Lê belê wê demê hemûyan ji xwe re digotin 'Artêşa Sûriyeya Azad'. Digotin wê 'Sûriyeyê ji dîkta rejîmê azad bikin'. Ji deriyê sînor ê Serêkaniyê û xeta Til Xelefê derbas bûn. Li rojavayê bajêr û navenda bajêr ketin nava çend taxan. Êrîşî nuqteyeke ku 10 leşker lê bûn kirin. Wê demê YPG'ê yekser dest li wan werneda. Ji ber ku YPG wê demê xwe weke hêzek di navbera yên ku ji xwe re digotin 'mûxalîf' û rejîmê de nedidît. Lewma tevlî şerê wan nebû.

Çete piştre li taxa El Mahlat a li sînorê Tirkiyeyê belav bû ku piraniya şêniyên wê Ereb bû û zext li şêniyan kirin ku koçî Tirkiyeyê bikin. Beriya êrîşî taxa El Mahlatê bike dewleta Tirk têlên li sînorê El Mahlatê ji çeteyan re bilind kir û vê yekê nîşan da ku êrîş plana Tirkiyeyê bû. Dewleta Tirk demeke kurt beriya êrîşê li Serêkaniya li Tirkiyeyê wargeheke ji konan amade kiribû."

'ÊRÎŞ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE DIHATE KOORDÎNEKIRIN'

Alan Ahmed ê ji Serêkaniyê jî ku di dema êrîşan de li bajêr bû got, "Çete ji Tirkiyeyê hatibûn. Hûn ji kê bipirse wê bêje. Deriyê sînor di dema şer û êrîşan de timî vekirî bû. Ji wê derê çete û cebilxane ji wan re dihatin.

YPG'Ê DEST LI REWŞÊ WERDA

Di 9'ê Kanûnê de li navenda bajêr hejmareke kêm a hêzên rejîmê û hêzên çete şer kirin. Piştî şerê du rojan leşkerên rejîmê teslîm bûn. Piştî rojekê jî dîmenên leşkerên rejîmê yên teslîm bûn di malperên înternetê yên çeteyan de hatin weşandin.

YPG'ê destpêkê dest li rewşê werneda, lê belê piştî demeke kurt dema ku pratîka çeteyan dît YPG'ê dest li rewşê werda. Diketin malên şêniyên bajêr, dişewitandin, mirov neçar dihiştin û ji Serêkaniyê koç bikin. Di 19'ê Kanûnê de çeteyên bi serkêşiya Cephet El Nûsra vê carê êrîşî Kurdan û hêzên parastinê kirin. Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê ku ji bo meşa bi dirûşma 'Vegera li welêt' a Konseya Bilind a Kurd amadekarî dikir di encama êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê di navbera çeteyan û YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar dest pê kir. Aktîvîst Selah Eyo Şêxo û endamê Asayîşê Xalid Omer Hemo di dema hevdîtinê de ya bi çeteyan re êsîr hatin wergirtin û bi rengekî hovane hatin qetilkirin."

SERÊKANIYÊ JI EL QAÎDEYÊ HATE PAQIJKIRIN

Çeteyên ku ketin beşek ji bajarê Serêkaniyê û îdîa dikirin ku mûxalîf in, tevî ku YPG'ê her carê dixwest li hev bike jî, wan timî gel û hêzên YPG'ê kirin.

Derdora 50 çeteyên El Qaîdeyê di 16'ê Çileya 2013'an de careke din êrîşî gel kirin. YPG'ê ji ber vê yekê bersiv da û derbên giran li çeteyan dan. Piştî bêdengiyeke demkurt şer dest pê kir û di encama şerê 15 rojan de hêzên YPG'ê gelek taxên Serêkaniyê ji çeteyan paqij kirin. Çete li taxa El Mahladê asê man. Di encamê de di navbera hêzên El Qaîdeyê û YPG'ê de peymaneke herêmî hate amadekirin. Di 16'ê Tîrmeha 2013'an de vê carê çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsrayê şervanekî YPG'ê êsîr wergirtin û şer ji nû ve dest pê kir. YPG'ê di nava du rojan de El Qaîde ji bajêr derxist û sînor kontrol kir.

'TIRKIYEYÊ JI DERIYÊ SÎNOR BI TANKÊ ÊRÎŞ KIR'

Alan Ahmet der barê azadkirina bajêr de got, "Li deriyê sînor şerekî giran qewimî. Deriyê sînor nêzî bajêr e, heval gihîştin deriyê sînor. Li aliyê din ê sînor yanî li aliyê Tirkiyeyê xendekek hebû. Çete ji wê deverê dihatin û êrîşî hevalan kirin û şerekî giran rû da. Dewleta Tirk jî ji wê deverê bi tankê êrîş kir. Dema ku heval gihîştin deriyê sînor ji me hebû ku êdî bajar rizgar bû. Em ne li bendê bûn ku Tirkiye bi tankê êrîş bike. Hêza YPG'ê ya li wê derê ku bersiv da êrîşa çeteyan hemû şehîd bû. YPG'ê wê demê bi biryardarî ew deriyê sînor paqij kir.

Çeteyên li wê deverê reviyan Tirkiyeyê. Piştî ku deriyê sînor ê Serêkaniyê ji çeteyên El Qaîdeyê hate paqijkirin dewleta Tirk jî deriyê sînor girt.

Piştî ku deriyê sînor û navenda bajêr bi temamî hatin paqijkirin, çeteyên li gundê Til Xelefê yê li rojavayê bajêr hemû veguherîn DAÎŞ'ê."

Çeteyên Cephet El Nûsra-DAÎŞ di 14'ê Îlonê de êrîşî gundê Elokê yê li rojhilatê Serêkaniyê kirin û rêya navbera Serêkaniyê û Dirbesiyê kontrol kirin. Hêzên YPG'ê jî gund dorpêç kirin û di nava çar rojan de bajar ji çeteyên El Qaîdeyê paqij kirin.

YPG'ê di 1'ê Mijdara 2014'an de dest bi 'Operasyonên Şoreşgerî yên Girêdana bi Şehîdên Serêkaniyê' re kir û di nava pênc rojan de bajarokên Til Xelef û Menacirê her wiha 40 gund kontrol kir. Serêkaniyê bi temamî ji çeteyên El Qaîdeyê hate paqijkirin.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ'Ê

Plansaziya stratejîk a gihandina hev a kantonên Cizîrê û Kobanê bi paqijkirina Serêkaniyê ji çeteyên El Qaîdeyê bi dawî nebû.

Plansaziyên stratejîk ên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê piştî ku bajar ji hêzên El Qaîde têne paqijkirin naqedin. Çeteyên DAÎŞ'ê yên bi desteka Tirkiye 2014-2015'an gelek caran êrîşê dibine ser gundên Serêkaniyê. Komkujiya li Tililiyê ya 31'ê Gulana 2014'an û ya 11'ê Adarê ya 2015'an a li Til Xinzir a DAÎŞ'ê hin ji van in. Di van êrîşan de çeteyên DAÎŞ'ê yên ku gel qetil dikir li rasta berxwedana hêzên YPG-YPJ'ê tê. Hêzên YPG-YPJ'ê dema ku hewl didan van êrîşan bişkînin bi sedan şehîdan dan.

Hêzên YPG-YPJ'ê Gulana 2015'an di pêvajoya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de gundên dawî yên Serêkaniyê ji  dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Piştî vê dîrokê çeteyên DAÎŞ'ê bi motorsîklêtên bombebakirî gelek êrîşên xwekuş anîn ser Serêkaniyê lê dîsa jî nikarîbûn vîna hêzên parastinê û gelê Serêkaniyê bişkînin.

JINA ERMEN: NE JI YPG-YPJ'Ê BÛYA ME NIKARÎBÛ LI VIR BIMÎNIN

Jina Ermen a bi navê Madlen Garabedyan a ji gundê Ermenan Mîrakîsê got beriya şerê navxwe yê Sûriyê gelek Sûryan û Ermen koçî Ewropayê kirin.

Garbedyan got bi xêra YPG'ê dema şer ew ji Serêkaniyê derneketine û got, ''Şer negiha gundê me. YPG'ê bi dehan şehîd dan û nehiştin ku çete werin gundê me. Lê li nêzî gundê me bûn. Şervanên YPG'ê hînî ciwan û mirovên me kirin ku çekê bi kar bînin. Wê demê ciwanên me li dijî çeteyan li dora gund nobet digirtin. Me jinan jî xwarin ji wan re çêdikir û moral dida wan. Heke ne ji YPG-YPJ'ê bûna ji mêj ve em ê ji gund û bajarê xwe derketana. Hemû çete ji Tirkiyê hatin. Erdogan derî li wan vekir û gote wan, ''biçin''. Bi rastî jî bi xwîna bi dehan şehîdan em hatin van deran.''

DEWLETA TIRK BI DEHAN SIVÎL QETIL KIRIN

Ne tenê êrîşên çeteyan hebûn, piştî ku Serêkaniyê hate azadkirin jî dewleta Tirk gelek caran êrîş bi ser bajêr de bir. Bi êrîşên dewleta Tirk li ser sînor bi dehan sivîlên Serêkaniyê şehîd bûn. Gelê Serêkaniyê dibêje bi êrîşên dewleta Tirk gelek ji wan şehîd bûne û êrîşên dewleta Tirk van 3 salên dawî zêde bûne.

Her wiha hêzên ser sînor jî gotin 2016-2017'an li ser xeta sînor gelek caran çeteyan xwestine ku ji Serêkaniya serxetê(Bakur) derbasî Serêkaniya binxetê (Rojava) bibin lê bi mudaheleya wan nekarîne ku derbas bibin.

Sînorê Serêkaniyê ber bi dawiyê ve bû rêya ku çete ji bo ku jê birevin Tirkiyê. Hêzên sînor gotin bi sedan DAÎŞ'iyên ku dixwestin ji sînor derbasî Tirkiyê bibine girtine û di nav wan de ''rêveberên paye bilind'' jî hebûne.