Pentagon: Herêma ewle wê qonax bi qonax pêk bê

Pentagonê ragihand, peymana 'Herêma ewle' ya bi dewleta Tirk re hatiye amadekirin wê 'qonax bi qonax' pêk bê û gava destpêkê ya ji bo vê jî wê bi lez bê avêtin.

Ji berdevkên Wezareta Parastinê Sean Robertson ji AFP'ê re axivî û got, "Di rewşa heyî de ji bo hevkarên xwe yên Tirk re navenda operasyona hevpar ava bikin em alternatîfan lêkolîn dikin."

Robertson diyar kir, "Mekanîzmana ewlekariyê wê qonax bi qonax pêk bê" û got, "DYE tevî ku nîqaşên bi Tirkiyeyê re didome amade ye ku bi lez û bez hin dest bi kar bike."

Peyman hefteya derbasbûyî di navbera Enqere û Washingtonê de hatibû amadekirin. Piştî hevdîtinên navbera rayedarên leşkerî yên her du aliyan di çarçoveya 'herêma ewle' de hatibû ragihandin ku wan ji bo avakirina navenda operasyona hevpar li hev kirine.

VOTEL NAXWAZE BI KONTROLA ENQEREYÊ BE

Fermandarê berê yê hêzên leşkerî yên DYE'yê yên li Sûriyeyê Joseph Votel li pêşberî raya giştî li dij derket, ku herêmeke bi vî rengî ya ewle bi kontrola Enqereyê be.

Generalê berê Votel heta meha Adarê ya derbasbûyî fermandarê giştî yê fermandariya navendî ya artêşa Emerîkayê Centcomê bû. Votel di gotara xwe ya li kovara The National Interest de got, "Herêmeke bi vî rengî ya ewle wê ji bo aliyan hemûyan pirsgirêk be."

Votel got, "Herêmên ewle bi giranî li herêmên şer ji bo parastina gel tên avaikrin û bi giranî ji bo notr be, bêyî leşkeran û ji bo armancên însanî tên amadekirin." Li binê heman gotarê mohra pispora Tirkiyeyê ya zanîngeha Georges Washington Gonul Tol jî heye.

Votel got, "Ferzkirina herêmeke ewle bi 30 kîlometreyan li rojhilatê Firatê wê encameke berevajî biafirîne: koçberkirina zêdeyî 90 ji sedî yê nifûsa Kurd a li Sûriyeyê, girankirina rewşa însanî, bicihkirina leşkerî bi zêdehî, afirandina şert û mercên şerekî giran."