Malbatên şehîdan: Em naxwazin Erdogan li ser xaka xwe bibînin

Malbatên şehîdan ku ji bo avabûn û parastina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, diyar kirin ku ew naxwazin rejîma Tirk li xaka wan bin.

Malbatên şehîdan bi wesîleya cejna qurbanê serdana gorên zarokên xwe kirin ên di têkoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dan. Destpêkê şehîdgeh hate paqijkirin û bi findên rengîn hate xemilandin.

Ji dayikên şehîdan ên li Qamişloyê Celîla Elî ji bo kurê xwe Şero ji êvara Şemiyê ve çû şehîdgehê. Di têkoşîna şoreşê de du kurên dayika Celîla jî birîndar bûne.

Dema ku em êrîş û gefên dewleta Tirk jê dipirsin Dayika Celîla Yekser berdêlên heta niha bi bîr dixîne.

"Me ti carî berdêlên zarokên xwe ji bîr nekir, xwîna wan pîroz e. Em êrîşên ku niha di rojevê de ne ti carî qebûl nakin."

Dayika şehîdan got, Ne tenê dayika şehîd Şero, ez dayika şehîdên li vê derê hemûya me."

Dayika Celîla dibêje, her cejnê ew tê cejna zarokên xwe pîroz dike û didomîne; "Înê em duayan ji wan re dikin û serdana wan dikin. Erdogan dîwar li ser sînor lê dike piştre jî xaka me dagir dike, zeviyên me dişewitîne. Çi ji me dixwaze? Em ti carî naxwazin ku keda zarokên me belasebep be. Mîna hemû mirovan em jî daxwaza mafê xwe dikin, em vê hewldana dagirkeriyê ti carî qebûl nakin. Em şer naxwazin. Gelo kes daxwaza me ya ji bo pêkhatina qanûna û edaletê nabihîze? Eger Erdogan şer bixwaze, em dayikên şehîdan ti carî serî natewînin û em ê her tim li ser lingan bin. Em ji her rewşê re amade ne; ji şer re jî ji aştiyê re jî."

Zarok jî tevî malbatên xwe yan jî xizmên xwe serdana şehîdgehan dikin. Her yekî ji wan xizmekî xwe winda kirine.

Zîla Melek ku derdora 10 salî ye bi serbilindî qala bavê xwe Ednan Melek dike û ji bo wî distirê.

Haya xwe ji Erdogan û gefên wî heye û dibêje, "Em hatin serdana xizmên xwe. Me li ser her gorê find vêxist. Em soz didin şehîdên xwe ku wê kes nikaribe dest bidin şehîdên me, wê kes nikaribe bikeve nava xaka me. Em zarok; naxwazin Erdogan li ser xaka xwe bibînin. Em aştîxwazin, em mirov in, em şer naxwazin. Cejna qurbanê bila li dayikên şehîdan, li zarok û malbatê şehîdan pîroz be. Dibêjim 'Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo'."