ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPJ: Ew rêheval û nûçegîhana rojên zor bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê nasnameya hevrê û nûçegihana YPJ’ê Dilovan Gever a 13’ê Cotmehê di encama bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûbû, eşkere kir. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîman hatin veşartin
Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 3 şehîdên Berxwedanê Rûmetê yên li gundên derdora Girê Spî li dijî êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşatin. -
Şêniyên Qamişloyê daketin qadan: Faşîzm hildiweşe
Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û gotin, "Faşîzm hildiweşe, berxwedan bi ser dikeve." -
Ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga alîkariya lezgîn hate kirin
Rayedarên siyasî û tenduristiyê yên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo birîndarên li Serêkaniyê banga destwerdaneke lezgîn a li rewşê kirin. -
Yûsif: Divê gelê me îşev nerazê, li ser piyan be
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku beriya rayedarên DYE’yê li Enqerê bicivin, artêşa Tirk û çeteyên wê, wê îşev bi hemû hêza xwe ve êrîş bike. -
Li çar eniyên Serêkaniyê şer bi dijwarî didomin
Li çar eniyên Serêkaniyê şerê dijwar di navbera şervanên QSD’ê artêşa Tirk û çeteyên wê de bi dijwarî didomin. -
Kobanê li dijî 4 qereqolên Tirk çalakî hate kirin
Şervanên QSD’ê li dijî 4 qereqolên li ser sînorê ku dikeve pêşberî Kobanê çalakî kirin. -
Ebdî: Êrîşên dagirkeriyê em ê bi berxwedanê têk bibin
Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî yê ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Li cihê berxwedan lê bi teqez serketin heye.” -
Bijîşk Faris Hemo: Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne
Dewleta Tirk a dagirker ya ku nikaribû berxwedana li Serêkaniyê bişkîne, bi çekên fosforê êrîşî gelê Serêkaniyê kir. Dewleta Tirk êrîşî ambûlansan jî dike. -
HRE: Li Efrîn, Mere û Ezazê bi kêmanî 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê r agihand ku di çalakiyên tolhildanê yên li Efrîn, Mere û Ezazê de bi kêmanî 3 çete hatine kuştin, 14 çete jî birîndar bûne. -
Şehîdê yekem ê Berxwedana Rûmetê yê Tebqayê hate veşartin
Xelkê Tebqayê, cenazeyê şehîdê yekem ê Berxwedana Rûmetê Şelan El-Daban (Xelîl) ê Tebqayê veşartin.Fermandarê QSD’Ê Omîd Gabar ê di merasîmê de axivî got: “Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya li ser hemû mirovahiyê.” -
Xelîl: Dewleta Tirk bi çekên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dike
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe yên fosfor û napalmê êrîşî Serêkaniyê dike. -
Di 24 saetan de bi kêmanî 60 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di berxwedana şeranan a 24 saetên dawî de bi kêmanî 60 çete hatin kuştin, 40 jî birîndar bûne. QSD’ê ragihand ku di şer de jî 18 şervanên wan şehîd bûne. -
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe yên wekî fosforê êrîş dike
Artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê çekên qedexe yên wekî fosforê bi kar tîne. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Lorens Nihêtir spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Lorens Nihêtir ê di êrîşa dagirker ên artêşa Tirk de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Tirl HEmîsê spartin axê. -
Dîmenên berxwedana Serêkaniyê
Li Serêkaniyê şervanên QSD’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin dikin. -
Pedersen: Divê operasyon rawestin
Nûnerê Taybet ê NY a Sûriye Geîr Pedersen anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîzên mirovî kûrtir dike, banga rawestandina operasyonan kir. -
QSD’ê nasnameya 12 şervanên xwe yên şehîd bûne eşker kir
Navenda Ragihandin û Çepamaniyê ya QSD’ê nasnameya 12 şervanên xwe yên di êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd bûne eşkere kir. -
Dîmenê ji şerê rûmetê yê li Serêkaniyê
Şervanên QSD'ê li bajarê Serêkaniyê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Li gel êrîşên bi balafirên şer, tank, top û bi hezaran dagirkeran, dewleta Tirk a dagirker dikin nakin nikarin bi berxwedana şervanan. -
Li derdora kampa Eyn Îsayê şer diqewime
Di navbera dagirkerên Tirk û hêzên rejîma Sûriyeyê de li derdora Kampa Eyn Îsayê şer diqewime. -
Li Serêkaniyê şerekî giran diqewime
Di navbera dagirkerên dewleta Tirk û şervanên QSD'ê de li derdora Serêkaniyê şerekî giran diqewime. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê ji sê baskan ve êrîşî Serêkaniyê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sê baskan ve bi dijwarî êrîş dibe ser Serêkaniyê. -
Li gundên Alya û Erbagînê 60 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Di şerê navbera şarvanên QSD’ê û leşkerên Tirk û çeteyên wê yên li gundê Alya û Erbagîn a girêdayî Til Temir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimî de, 14 westayîtên leşkerî hatin derbkirn, 60 dagirker hatin kuştin. -
Şervanên QSD’ê wesayîteke leşkerî desteser kirin
Şervanên QSD’ê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker desteser kirin. -
Li qada Firatê derbeyên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li qada Firatê ji du aliyan ve êrîş kirin.