Şêniyên Girkê Legê pêşwaziya cenazeyê ‘dayika Eqîde’ kir

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê cenazeyê ‘dayika Eqîde’ ku di encama bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî karwanê sivîlên li Serêkaniyê de şehîd bûbû, pêşwazî kir.

Saziya Malbatên Şehîdan a Girkê Legê cenazeyê şehîd ‘dayika Eqîde’ ji nexweşxaneya bajarê Qamişlo wergirt ku tevî karwanekî erebeyan berê xwe bidin Girkê Legê.

Li têketina bajarê Girkê Legê, bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê ji hemû pêkhateyên wê li benda cenazeyê dayika Eqîde rawestiyan. Şêniyan cenazeyê dayika Eqîde rakir û ber bi navenda bajêr ve ketin rê.

Şêniyan dirûşmên silavkirina şehîdan û şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Karwanê oxirkirinê derbasî kolanên bajêr bûn û di ber mala şehîd Eqîde re geriyan. Karwan ji wir berê xwe da bajarê Dêrikê, cenazeyê dayika Eqîde li nexweşxaneya bajarê Dêrikê hate danîn da ku paşê bi merasîmekê bê oxirkirin.

Dayika Eqîde Elî Osman a 53 salî, kesayeteke welatparêz a têkoşer e, ji şêniyên navçeya Girkê Legê ye.

Di salên 1980`yî de tevgera azadiyê nas kir û di nav refên tevgerê de wek çalakvaneke welatparêz tê koşiya, ji aliyê rejîma Sûriyê ve rastî lêpirsîn û girtinê hat. Bi kesayeta xwe ya nêzî gel dihat naskirin. Wek endama rêveberiya Yekitiya Star û paşê Kongreya Star erkdar bû.

Tê naskirin ku dayika Eqîde ji dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ve biryar da ku cilên reş li xwe bike û her bi biryara xwe wefadar bû, heta roja şehadeta wê di 13`ê Cotmehê de di encama bombebarana hovane ya dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî karwanê sivîlan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li bajarê Serêkaniyê.