DYE leşkerên xwe vedikişîne, gefa zextan hate kirin

Şefê Pentagonê Mark Esper diyar kir ku hezar leşkerên Emerîkî yên li Bakurê Sûriyeyê ne, wê bi fermana Serokê DYE’yê Donald Trûmp xwe vekişînin.

Mark Esper di kanala CBS’ê de axivî û diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp biryar daye ku leşkerên Emerîkayê yên li Bakurê Sûriyeyê wê werin vekişandin.

Esper got “Nabe ku hêzên me di navbera du hêzên çekdar de bimînin.”

Hate ragihandin ku wê hezar leşker werin vekişandin.

Trûmp di nava rojê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Demokrat û Komarparêzên li Emerîkayê li ser zextên ‘xurt’ ên li dijî Tirkiyeyê ‘li hev kirine.’

Trûmp diyar kir ku Wezareta Xezîneyê ji bo tevgerînê xwe amade dike û Trûmp got “Li bendê bin.”

Wezîrê Xezîneyê Steven Mûnchîn vê Yekşemê ji televîzyona ABC’ê re axivî û got ku “Serok Trûmp ji bo lêdana aboriya Tirkiyeyê destûr daye min. Em ji fermanên wî re amade ne.”

Mnûchîn got ku “Em dikarin hemû karên li ser dolar ên bi hikumeta Tirk re bidin sekinandin. Di vî warî de gelek rayeyên me hene.”